Kurd û pêvajoyek dîrokî
Li Dihokê di çavderiya serokê Kurdistanê de kurdên Rojavayê Kurdistanê gavek gelek girîng avêtin. Dema ku Kurdên Başûr behsa serxwebûna Kurdistanê kirin, kesên li dijê vê helwesta Başûr berê rêxistina Terorîst a DAÎŞê dan kurdan.
DAÎŞ bi hemû imkanên xwe êrîşê Kurdistanê kir. Lê Kurdan bi giyanek netewî bersiva terorîstan da û di vê derbarê de pişgiriya cîhanê jî wergirtin.
Piştre DAÎŞî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê devera Kobanê. Kobanê ji kurdan hate vale kirin. Çekdarên YPGê li Kobanê berxwedan. Gelek aliyên din yên kurdan û kurdên li deverê dijê DAÎŞê parastina Kobanê kirin û berxwe didin.
Di vê pêvajoyê de serokê Kurdistanê ji bo yekitiyekî di navbera hêzên siyasî li Kurdistana Rojava de pêkbîne bangî hemû aliyên siyasî kir û ew li Dihokê civandin. Civînên di navbera aliyên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê de zêdeyî 10 rojan dewam kir. Di encam de gihatin armancek pîroz.
Eger ev yekitiya hatî pêkanîn bikeve praktîkê de, dê bibe destkevtiyek mezin ji bo Kurdistana Rojava. Ji hemiyê girîngtir hemû aliyên siyasî, wê leşkerî û îdarî desthilatdariya Rojava de cih digrin.
Ev yek pêwendiyên PYDê ji rejimê dibire û PYD di êzikî opozisyona Suriye dike û kurd bi hêztir û yek helwestî doza mafên xwe yên netewî dikin. Dema ev yek pêwerê wek Başûrê Kurdistanê dê pişgiriya navnetewî ji bo Kurdistana Suriye jî gelektir bibe.
Parlementoya Kurdistanê biryara rêkirina pêşmergeyan ji bo Kobanê da. Ev biryar bi xwe jî bû bûyerek dîrokî ji bo Kurdistanê. Hêdî kurd hemû li hev xwedî derdikevin û kurd di helwest û bûyerên pêk tên de gav bi gav ber bi serxwebûnekî ve diçin.
Bûyerên ji van 3-4 mehên dawî pêkhatîn da xuyakirin ku ji serxwebûnê pêvetir tu garantiya kurdan nemaye ku di welatê xwe de azad û nava aramiyê de bijîn.
Heta Kurd nebin dewlet dê biryara çarenûşa wan di destê hêzên din û dewletên herêmê de be. Tenê ragihandina dewletekî kurdî, kurdan ji bo çarenûsa miletê kurd dike xwedî biryar.
Çend bûyerên girîng ku heyina û neyîna kurdan ve hate girêdan:
Şerê Kurdan li Başûr dijê DAÎŞê.
Berxwedan Kurdan li Kobanê.
Di çavderiya Barzanî de li hevhatina kurdên Rojavayê Kurdistanê li Duhokê.
Rêkirina çekan ji aliyê hukumeta Kurdistanê ji bo Kobanê.
Biryara parlementoya Kurdistanê ya rêkirina pêşmergeyan ji bo Kobanê.
Ev bûyer hemû yekdengiya Kurdan li ser bingehek netewî peyda dike. Di pratîkê de kijan aliyê siyasî van bûyeran baş nenirxîne û berjewendiyên rêxistinî li ser berjewendiyên netewî re bigre û bibe sedema têkçûna hevgirtina kurdan, dê dîroka siyasiya kurd de bêne mehkum kirin.
Pêvajo gelekî dijware. Yekdengiya kurdan, dê tevgera kurdistanî ji vê pêvajoya dijwar serfirazî derbas bike.
Serokê Kurdistanê gavên dîrokî avêtin û li himber hemû astengî yekdengiyek di nava Kurdên Rojavayê Kurdistanê de pêkanî. Heman demê de ev yekgirtin ji bo hemû beşên Kurdistanê jî derbas dibe.
24.10.2014
Dara Bilek