Wall Street Juornal: Çîroka hinartina çek û pêşmerge bo Kobanî
Rojnameya Wall Street Juornal ya Amerîkayê di raporeke xwe de zaniyariyên giring li dor hevahengiya navbera Amerîka û herêma Kurdistanê ji bo parastina Kobanî ji terorsîtên DAÎŞ û alîkarîkirina şervanên kurd li wî bajarî, eşkere dike.
Berpirsên îdareya Waşîngton di civînên xwe yên taybet de berdewam tekîd li ser wê yekê dikir ku, çênabe Kobanî bikeve destê terorîstên DAÎŞ û divê çarçoveyê de hevahengiyeke timam navbera Waşîngton û Hewlêrê dirust bû.
Li ser daxwaza herêma Kurdistanê fermanderkê şervanên kurd li Rojavayê Kurdistanê çû Hewlêrê û li ofîsa operayonên serbaziyên hevbeş rojane zaniyariyên îstîxbaratî yên pêwîst li ser çeper û sengerên çekdarên DAÎŞ li Kobanî û derdûra wê bi serbazên Amerîkayê didan û Amerîka û hevpeymanan jî li gor wan zaniyariyan bi balefirên şer cî û bingehên DAÎŞ bombebaran kirin.
Rojnameya Wall Street Juornal di rapora xwe de behsa têkelî û hevahengiya bihêz a nevbaera sopayê Amerîka û pêşmergeyê Kurdistanê de heye ji bo rûbirûbûna gefên grûpa terorîstiya DAÎŞ wisa kiriye têkeliyên Amerîka û Tirkiyeyê aloz bibin.
Rojname dinivîse ku, encamê hevahengiya navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê bû sedema hinartina çek û cebilxane bo şervanên kurd li Kobanî. Serokatiya siyasiya Kurdistanê ji berpirsên Amerîkayê re got ku, ew dixwaz in çek ji bo Kobanî binêrin lê gihandina çek bo Kobanî karekî ne hêsane. Berpirsên serbaziyên Amerîkayê jî tekîd kir ku, hinartina çek û cebilxane bo Kobanî zehmete û pilanek jê re divê. Berpirsên serbaziyên Amerîkayê dizanî ku, şervanên kurd bi tenê beşê sê rojan çek û cebilxane li ber destê şervanan maye.
Têkeliyên navbera Waşîngton, Hewlêr û Enqereyê ji bo rizgarkirina Kobanî çir bûn, Amerîka daxwaz ji Tirkiyeyê kir rê bide pêşmerge derbasî Kobanî bibe, serokê Kurdistanê jî Mesûd Barzanî pêşniyar kir ku, hêzeke meşiqpêkirî ji kurdên rojavayê Kurdistanê, ji bo alîkarîkirina şervanên kurd, biçe Kobanî.
Li gor rojnameya navborî, roja 9ê vê mehê şandeyeke balaya hikûmeta Amerîkayê û hikûmeta Tirkiyeyê ji bo gotûbêjkirina rewşa Kobanî civiyan. Di wê civînê de her du aliyan tekîd li ser rola pêşmerge ji bo parastina Kobanî kir, lê li ser hinartina pêşmerge bo Kobanî negehiştin rêkeftinê. Piştî vê civînê Jon Kery wezîrê derve yê Amerîkayê telefona serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û pirsa hinartina çek û pêşmerge bo Kobanî gotûbêj kir.
Êrîşên berdewam yên terorîstên DAÎŞ bo ser Kobanî û kêmbûna çek û cebilxaneya şervanên kurd wisa kir gavên lezgîn bên avêtin. Serperiştiyarê êrîşên asîmanîyên Amerîkayê bo ser DAÎŞê, general Liyod Ostin pêşniyara hinartina alîkariyê bi rêya balefirên barhilgir kir. Roja îniya çûyî general Liyod Ostin pêşniyar da Qesra Sipî û serokê Amerîkayê jî li ser cîbicîkirina wê pêşniyarê razî bû. Êdî dest bi cîbicîkirina pilanê hat kirin. roja yekşemiya çûyî çek û cebilxane û derman yên herêma Kurdistanê bi rêya balefirxaneya Hewlêrê gihandin welatê Kwêt û ji wir ew çek û cebilxane gihande Kobanî
Şarezayên serbaziyên Amerîkayê ew çek û cebilxane û derman bi perşotên pêşkeftî û bi rêya GPS ji bona ku, bi dirustî bigihin destê şervanan gihandin Kobanî. Lê li gor zaniyariyên serbazên amerîkayê bi tenê yek pereşot ketiye destê çekdarên DAÎŞ.
Têkeliyên Amerîka, Tirkiye û herêma Kurdistanê berdewamî hebû heta roja duşemiya borî wezîrê derve yê Tirkiyeyê eşkere kir ku, hikûmeta tirkî rê jê pêşmerge re dide di nav axa Tirkiyeyê re biçe Kobanî.
Rojevakurd/Hewlêr