Polîtîk

Divê kurd dîrokê binivîsînin!

Ji destpêka dîrokê heta niha civakên cuda bi gelek felaket û trajediyan ve rû bi rû mane. Felaket û trajediyên dema modern jî herî pir tesîrê li gelên bê dewlet kirine. Ji vê neyînîtiya giştî jî para herî mezin bûye ya Kurdan. Sedema bingehîn a komkujî û qetlîamên ku Kurd jiyane, bêparbûna meqanîzmayên parastina xwe ne. Di serê van meqanîzmayên parastinê jî devlet tê.

Dewlet; dezgeheke bilind e ku kare bi artêşa xwe, çekên xwe, dewlemendiya çavkaniyên xwe yên binerd û saziyên xwe yên ku wan derxwe û bazara wan bike, bi dîplomasiya xwe, bi endambûna rêxistinên parastinê ya navnetewî û bi saziyên xwe yên din gelê xwe ji felaketên xwezayî û polîtîk biparêze. Di demeke ku hema hema hemû gelên cihanê bûne xwedî dewlet û yên ku nebûne xwedî dewlet jî (hêjmareke pir kêm) bi rih û can ji bo dewletbûnê dixebitin, ji bo pêncî milyon Kurd revadîtina bêdewletbûnê ji xweynî dawetiye derxistina ji bo trajediyên nû ne tiştek din e.

Êrişên DAÎŞê li ser başûrê Kurdistanê ku di demeke amadekariya serxwebûnê dikir çêbûn, ji xweynî di bin navê çeteyan de êrişên dagirkeran bi ser Kurdan ve ne tiştek din e. Ji ber ku ger Kurd bibin dewlet, wê êdî nebin qada kedxwariya dagirkeran. Başûrê Kurdistanê bi asta xwe ya federalî ji ber ku di hiqûqa navnetewî de saziyeke meşrû ye, ji hêzên navnetewî alikariya ku dewletek serbixwe karibe bigire girt û li hember êrişên hovane hebûna xwe parast.

Başûrê Kurdistanê ku bi sekna xwe yê li hember hovên DAÎŞê sempatiya cihanê girt, li hember êrişên DAÎŞê ya li ser başûrê rojavayê Kurdistanê jî meşrûtiyeta xwe bi kar anî û mudaxileya hewce dikir kir û da kirin. Aktorên polîtîk a başûrê rojavayê Kurdistanê ( bi taybetî PYD ) piştî ku bedêla bêdewletbûnê bi şiklekî giran dan, dîtin ku di dojeha Rojhilata Navîn de jiyaneke bêdewlet ne mumkin e.

Bi awayeke zelal hate dîtin ku di vê erdnigariya ku hê jî serê mirovan tên jêkirin û jin li bazaran tên firotin, xeynî wê ev vehşetî zêde naye lomandin; jiyaneke bêdewlet bi tenê xeyal û xepandin e. Ev tecrûbeya bi êş nîşanî Kurdan da ku ji xeynî dewletbûnê tu alternatîfeke wan ê din tuneye. Her çi qas aktorên polîtîk xwedî armancên cuda bin jî, ên ku şer dikin û canê xwe feda dikin giş jî ji bo azadî serxwebûnê ku şertê azadiyê ye şer dikin.

Ji ber vê yekê em wek Tevgerê çi qas bi tundî saziyên polîtîk û aktorên wan rexne bikin jî, li gel hemû cudahiyan ji hemû kesên ku şer dikin rêzê digirin û li wan xwedî derdikevin. Û em dizanin di nav partiyên cuda de cih bigirin jî armanca yên ku şer dikin hevbeş e; dema şert û merc zorê da wê cudahiyên xwe dêynin kêlekikê û li gel hev şer bikin. Ji vê aliye bênirxandin, xwedî lê derketina şervanên Kurdistanê ji derveyî rêxistin û partiyan ve wezîfeya hemû Kurdên bihistiyar e.

Biryara parlamentoya Kurdistanê ya şandina Pêşmergeyan bo Kobanê û li hev kirina partiyên başûrê rojavayê Kurdistanê li ser bingeheke Kurdistanî li Duhokê, ji bo Kurdan rûdaneke dîrokî ye. Ji bo ku ev rûdana dîrokî ber bi destkeftiyên berbiçav ve biguhere berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên hemû kesan.

Berpirsyariya herî mezin jî; bi tundî bertek nîşandana li hember hemû hewildanên ku xisarê bide yekîtiya hêzên ku Kurdistanê diparêzin û fiîlî bûne hêzeke hevbeş, zorlêdana hemû aliyan bo li gor peymana Duhokê tevbigerin û bi teşhir û tecrit kirina hemû kesên ku bixwazin vê peymanê xera bikin bibin çavdêrên vê peymanê. Wek ku tê zanîn peymana Hewlêrê ku di 2012an de çêbû jî xwediyê girîngiyek dîrokî bû lê mixabin bi cih nehat. Ger peymana Hewlêrê bi cih bihatana wê îro başûrê rojavayê Kurdistanê di rewşek pir cuda de bûna û wê Kurd bedêlên ew qas giran nedana. Em wek Tevgerê bi hişmendiya ji ku derê zirarê vegerî baş e piştgiriya paymana Duhokê dikin û spasiya hemû kesên ku di vê peymanê de keda wan heye dikin.

Yekîtiya Kurdan a ku li Kurdistanê bi fiîlî pêk hat û hêvî dide, eşkere nîşan da ku bi bangên yekîtiyê ya razber û vala pêk naye. Ji niha pê ve ji dêvla bangên yekîtiyê bikin, divê rêya bi cih kirina peymanê û zorlêdana aliyên ku peymanê bi cih naynin bê hilbijartin.

Di wan çend mehên dawîn de hate dîtin ku li Rojhilata Navîn denge her gav dikarin biguherin. Ji ber vê yekê destkeftiyên wek “xweserî”, “federasyon” girîng bin jî divê neyên teqez kirin. Li gor konjektura ku her gav dibe ku biguhere divê armanca serxwebûnê her dem germahiya xwe biparêze.

Em bawer dikin ku di demek nêz de başûrê rojavayê Kurdistanê jî wê weke başûrê Kurdistanê bibe dewleteke filîlî û bi vê destkeftiyê wê rojhilatê Kurdistanê û bakûrê Kurdistanê guherînên xaftila bijîn. Amadebûna ji van guherînan re û ji bo armanca nîhaî ya Kurdistana Yekbûyî û Serbixwe hilberîn û birêvebirina polîtîkayan wek derfeteke dîrokî li ber me disekine. Em wek Tevgerê dixwazin bi raya giştî re parvebikin ku ji bo bikaranîna vê derfetê çi bikeve ser milên me emê bikin û bi hemû kesên ku vê armancî parvedikin emê tevbigerin.

Divê neye ji bîr kirin ku peymana Duhokê û piştgiriya Pêşmergeyan bi başûrê rojavayê Kurdistanê re gelek aliyan eciz kiriye. Ji bo ku vê rewşa filîlî xera bikin wê misoger lîstikên “bihevxistina Kurdan” bi kar bînin. Divê hemû kes hişyar bin û rê nedin van lîstikên qirêj. Wext ew wext e ku hemû cudahiyan û gotinên utopîk dêynin kêlekekê û di bin Ala Rengîn û bi armanca devletbûne bi hev re tevbigerin.

Dîrok, devletbûnê ya ku ji Kurdan dirix kiribû wek derfetekê pêşkêşî Kurdan dike. Derfeta ku dîrok wek cûreyeke lêborînê pêşkêşî me dike, divê em teqez bi kar bînin. Yan na emê bi “Lozanên” nû ve bibin mehkûmê jiyaneke koletî.

Kurd, an wê derfeta ku dîrokê pêşkêşî wan kiriye bi kar bînin û dîrokê binivîsînin an jî wê ji aliyê dîrokê ve bêne lenet kirin û mehkûmî koletiyê bibin…

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button