Nivîsar

Gelo DAÎŞ şerê felsefê dike?

Daîş rêxistine ke terore ye û dijminê gerdûna hemdeme.  Destpêk, rûdan û rewşa şerê DAÎŞ’ê berdewam, ew ne tene şerê bidest xistina Koban û Kurdistanê dike.Şerê cîhanê dike.

Ew dixwazê derbasî ewrupa Rojava bibe. Kurdistan jê re astenge,ji bona rêya çûna xwe ya rojava. Pêvîste Kobanê dagir bike.DAÎŞ deriyê Kobanê ji xwe re hêsantir ji yê Qamişlo û yê Birahîm Xelîl dibîne ji bona derketina Rojava. Ev her sê derî jî di Kurdistanê’dene êdî ji şerê Kurdan re neçar dimînê.

Ango jê tête fehmkirin şarê DAÎŞ ji Kurdistanê wêdetire û kûrtire ew şerekî felsefê dikê. Gelo DAÎŞ Kobanê bistînê dê li wir bisekinê, armanc bes Kobana? Em ne bawerim lewra strateji ya DAÎŞ kûre, xwe ji şerê cîhanî re amade kirî ye, ABD û Dewletên Rojava bi veya dizanin, lewra arîkariya Kobanê dikin ji ber vê jî PYD terorîst nabînin û ji PKK’ê cûda dinirxînin.

Ger em rêxistina DAÎŞ’ê, hêz, şer û helwestên wê şîrove bikin, qat na şibihê şerê dozeke rewa, mafdar. Mêra dikûjê jina difiroşê yan jî li endamê xwe mehr dike, li pêşberî cîhanê bi zindî meriva digûrênê dê biçe cinetê, mabet û tirba di rûxênê, bimbayan li ser girseyê sivîl di teqênê. Di roja îroyîn de ti şerê bi vî rengî nayêne qabulkirin, ti wujdan jî qabul nakê.

Çi dibê, bila bibê, ev şer liser xaka Kurdistanê ye pêdivî heye hemî kurd û Kurdistanî nakokî û pirsgirên nava xwe danin aliyekî û ligel hevûdû şerê dimin bikin xaka xwe biparêzin.

Banga Serokê Herêma Kurdistanê Berêz Mesûd barzanî li hemî hez û rêxistinên Rojava hatî kirin ciyê rûmet û şanaziyê ye û bangeke pîroz bû ko li Duhoka Rengî hatin ba hev, bi hevûdû re Peyman çêkirin da li gel hev di pêşberî dijminde şerî bikin. Miletê kurd ji vê peymanê gelek bextewar bûye.

Pêşniyara Serokê Herêma  Kurdistanê a bo şandina Pêşmerge ji Kobanê jî ko di  parlemantode hate pesend kirin. Em pesindarin ji vê helwesta Kurdistanî re. PDKT ji xabûr heta Suruç’ê di rêka PêmergeyêN Qahraman da gûlên sor di reşenin, di bêjin xweda alîgir û arîkerê webe.

Pêvîste netewa Kurd ji diroka xwe a di salên derbasbûyîn de ders bigirê li hev xiyanet , xwe firoştiyan nekin.jiber kod i dîrokê de ev xayitî gelekî çêbûne. Ev sed sala 21.ye divê em Kurdistana xwe a serbixwe avabikin lewre roja îroyîn dijmin û dagirkerên Kurd di nava zaafiyetê dene  û dostê Netewa Kurd li cihana hemdemde xurt û gelekin û bi Kurdistana serbixwe re erênî ne . Ji ber ko êdî berjewendiyên van dewletan bi kûrdistanê re çêbûne, Kurdistanê ji xwere weke stratejik di bînin. Naxwe em van ferzend û mecalan ji dest xwe bernedin.

Weke berêz Mesûd Barzanî jî kerem kiribû “em li Kobanê şerê însanîyetê dikin” birastî hîşyariyeke girîng û di cîde bû. Bila  alema dinyayê fehm bike. DAÎŞ şerê felsefîk dike, ew li Kobanê nasekinê. 24.10.2014 

Mehmet Emîn KARADAŞ

Serokê Giştî

Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya (PDKT)

Back to top button