Cîhan

Nêçîrvan Barzanî: Pirsa Suriyeyê bi siyasî çareser dibe

 Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Stefan de Mistura nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekigirtî (NY) bo karûbarên Suriyeyê û şandeya pê re kir.

Di dîdarekê de, De Mistura li hember pêşkeftinên li herêma Kurdistanê bi dest ve hatine kêfxweşiya xwe nîşan da û got ku ji serhildana sala 199ê û heta nuha li herêma Kurdistanê pêşketinên mezin û dilxweşker bi dest ve hatine.  Herwesa sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, pêşwazî li milyonek û pêncsed hezar koçber û penaberan kiriye û tekîd kir ku alîkarî û hevakriyên NY û civaka navdewletî bo koçber û penaberan dê berdewam bin.

Rewşa Îraqê û herêmî bi giştî, metirsiya terorê, pêkanîna hevpeymaniya navdewletî li dijî terorê û giringya beşdarîkirina hemû aliyan di hikûmeta nû ya Îraqê de çend mijarên din yên dîdarê bûn. Û di vê çarçoveyê de serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, ji bona rûbirûbûna terorê siyaset û stratejiyeke giştgîr pêwîst e û divê di warê serbazî û mirovî de zêdet hevkariya herêma Kurdistanê bê kirin. Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku, pirsa Suriyeyê pirseke serbazî nîne û divê bi rêyên siyasî bê çareser kirin daku îstîqrar û aramî li deverê cî bigire.

Serokwezîr sipasiya alîkarî û hevkariya NY û civaka navdewletî bo Kobanî kir û li dor herêma Kurdistanê jî got ku herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevkarî û alîkariyên zêdetir heye û rêxistinên navdewletî û welatên komekbexiş divê zêdetir alîkariya penaber û koçberên li herêma Kurdistanê hene bikin.

Stefan de Mistura got ku, herêma Kurdistanê biwêrane rûbirûyê terorê dibe û bergiriyê û berxwedanê dike ji ber hindê, ew bi  paşeroja herêma Kurdistanê geşbîn e û dê bigehe armancên xwe.

Back to top button