Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke kongresa Amerîkayê a bi serokatiya kongresman Darêl Nîza serokê komîteya çavdêrî û refurmên hikûmetî li kongrersê û şandeya pê re ku, ji du kongresman û sefîrê Amerîkayê yê li Îraqê pêkhatibû kir.
Şandeya mêvan ji bo aramî û îstîqrara li herêma Kurdistanê heye û ji bo rûbirûbûna qaremanane li dijî terorîstan û azadkirina gelek deverên herêma Kurdistanê ji bin destê terorîstên DAÎŞ û ji bona hewandina wê hijmara zêdeya koçber û penbaran, detxweşî li hikûmeta herêma Kurdistanê û pêşmegeyê Kurdistanê kir û, herwesa, sipasiyên xelkê Amerîkayê gihandin hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê û di heman demê de hikûmet û xelkê Kurdistanê dilrehet kirin ku, li Amerîka gelek dostê wan hene û piştgiryê lê dikin.
Şandeya mêvan got ku, herêma Kurdistanê ji bona wan pirensîpan li dijî DAÎŞê dicenge yên ku cîhana azad bawerî pê heye, ji ber hindê dema ew bo Amerîkayê vedigerin dê bi raporekê behsa wan rastiyan bikin ku, pêşmerge di çeperên pêşîşn de dijî terorîstan dicenge û pêwîstiya pêşmerge bi hevkariyên serbazî heye.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiyên hikûmet û xelkê herêma Kurdistanê bo xelk, kongres û îdareya Amerîkayê hinartin ku, berê û vê carê jî hevakriya herêma Kurdistanê dikin û ragehand herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser binbirkirina metirsiya terorê ku, rûbirûyê hemû cîhanê bûye, lê belê herêma Kurdistanê di warê cebilxane, çekê giran û rahînanên serbazî ve pêwîstî bi zêdetir hevkarîya Amerîka û hevpeymanan heye, ji ber hindê hêvî kir ku, rapora kongresmanan wan têbîniyan li ber çavan bigire.
Di dîdarê de rewşa siyasiya Îraqê û beşdarîkirina herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de û têkeliyên dualiyên Amerîka û Kurdistanê gotûbêj kirin.