Ednan Muftî: Dewlet heqê me ye û Iraq bi merkeziyetê nayê birêvebirin
Serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê û Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Ednan Muftî rexneyê li muameleya Bexdayê bi Hewlêrê re digire û dibêje:”Iraq niha Iraqeke yekgirtî nîne. Problemên me bi Bexdayê re li warê budçe, neft, xaz û herêmên li derveyî îdareya Kurdistanê hene. Herwiha ji ber reqabeta Sunnî û Şiiyan têkiliyên Kurdan û Ereban jî xerab bûn.”
Ednan Muftî, li ser rojeva Herêma Kurdistanê bi taybetî, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa giştî ya Rojhilata Navîn nêrînên xwe bi peyamnêrê Ajansa Anadoluyê re parve kirin. Muftî, di serdema berêtir de Serokê Parlamentoya Kurdistanê bû û halê hazir jî di nav YNKê de siyasetmedarekî li ber çav û xwedî erk e.
– “Dewlet heqê me ye û Iraq bi merkeziyetê nayê birêvebirin”
Muftî behsa wê yekê kir ku bi operasyona Mûsilê re pirsa Iraqa piştî DEAŞê hatiye holê û got: “Iraq, heta niha di meseleya medeniyet, demokrasî, mafên mirov û temînkirina heqê pêkhateyên cuda de serkeftî nebûye. Gelo Iraq wek xwe dimîne û di çareserkirina problemên Sunnî û Şiiyan de serkeftî dibe? Di demên borî de çareserkirinê bihêlin, ew problem kûrtir bûne. Ev problem jî ne tenê li Iraqê, Li Siûdî, welatên Xelîc, Yemen, Sûriye, Libnan û dewletên din jî heye.”
Siyasetmedarê YNKê anî ziman ku têkiliya pêşeroja Iraqê bi Sûriyê re, bi dubendiya di navbera Sunnî û Şiiyan de, bi berjewendiyên welatên herêmê yên wek Îran û Tirkiye û welatên mezin ên cîhanê re heye û got:
“Herwiha Siûdî û dewletên Xelîcê di nav meseleyê de hene. Şerê Sûriyê mesele biriye aliyekî din. Ji ber ku DEAŞ tehdîd e li ser ewlehiya dinyayê hemû alem bi heyranî temaşey şerê pêşmergeyên qehreman dike. Rûsya gelekî bihêz hate meydanê. Piştî Trump dê guherînên mezin di siyaseta Emrîkayê de rûbidin. Niha ji meseleya siyaseta Trump a vîzeyê diyar e ku dê di pratîkê de rêvebiriya wî çawa be.”
Muftî destnîşan dike ku li ser rêvebirina Mûsilê û bi giştî Iraqê têgihîştinek tuneye û problemên heyî dê derkevin ber berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê:
“Hinek ji herêmên me yên ku li derveyî îdareya Kurdistanê mane li sînorê Nînowayê ne. Muameleya li ser vê mijarê muhtacî muzakereyan e. Iraq niha Iraqeke yekgirtî nîne. Problemên me bi Bexdayê re li warê budçe, neft, xaz û herêmên li derveyî îdareya Kurdistanê hene. Herwiha ji ber reqabeta Sunnî û Şiiyan têkiliyên Kurdan û Ereban jî xerab bûn. Niha meseleya em li serê diaxivin ev e, gelo emê bi Iraqê re berdewam bikin an na? Eger bersiv erê be divê were zanîn ku wek paşerojê nabe. Lewra ew muameleya berê têk çûye. Divê rûpeleke nû û helwesteke nû hebe. Eger bersiv na be jî gerek em li şêwazekî nû bigerin.”
Li ser îhtimala ku Hewlêr û Bexda li hev nekin Muftî raya xwe wiha derdibire: “Serxwebûn heqê Kurdan ê tebîî ye. Ev heqekî wisa ye ku divabû 100 sal berê bicih bûba. Wek xelkê Herêma Kurdistanê heqê me ye ku taybetmendiya xwe biparêzin, çi bi Iraqê bimînin çi jî nemînin. Lê her şêwe divê bi diyalogê be. Ez niha wê bingeha ku em bikaribin bi Iraqê re li hev bikin li Bexdayê nabînim. Nabêjim ne mumkin e lê eger siyaseta Hewlêrê û ya Bexdayê wisa here hevgirtin gelekî zehmet e. Lewra em ji aliyê çand û rewşenbîriyê ve jî bûne du civakên ji hev gelekî cuda. Hevgirtin tenê di nexşeyê de maye. Li Iraqê îradeyeke hevgirtinê jî tuneye.”
– Helwesta YNKê li ser meseleya serxwebûnê
Ednan Muftî helwesta YNKê li ser meseleya serxwebûnê wiha li ber çavan raxist: “Bawer nakim ku dengekî nerazîbûnê li dijî dewleta Kurdî derkeve. Min nebihîstiye ku tu partiyek li dijî dewletê derketibe. Lê nakokiyên siyasî rewş aniye wî halî ku her partiyek li dijî polîtîkayên partiya din derdikeve. Hemû partî piştgiriyê didin dewleta Kurdî. Dema ku Mam Celal digot ‘dewleta Kurdî xewn e’ mebesta wî ew bû ku hêviya me ew e û em xebatê ji bo wê dikin. Eger na çima navê me Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ye?”
Li ser mudaxeleya dewlet û hêzên biyanî li ser meseleya serxwebûnê jî nirxandina Muftî wiha ye:
“Faktorên derveyî di hemî meseleyan de têne dîtin. Eger nakokî di navbera me de hebin dê dijminên me bikaribin plan û bernameyên xwe li ser me bisepînin. Di meseleya federalbûna Iraqê de ji ber ku em yekgirtî bûn serkeftin mumkin bû. Kesî nekarî rêyê li me bigire.”
– Tifaqa YNK û PDKê ji bo pêşerojê lazim e
Muftî red dike ku PDK û YNKê li ser avakirina hikûmetê li hev kiribin û Goran li derve hiştibin: “Tiştekî wisa tuneye. Tiştê em muzakere dikin çareserkirina probleman e. Awayê karkirina parlamentoyê ye. YNK dixwaze hemû alî di dikûmetê de bêne temsîlkirin. YNK ne nûnerê PDK an Goranê ye. Divê ew li hev bikin.”
Di behsa tifawa YNK û PDKê de jî siyasetmedarê bitecrube wiha dibêje: “Têkiliya YNK û PDKê ji bo pêşeroja Kurdistanê lazim e. Têkiliya Goran û YNKê jî lazim e. Tifaqa bi hev re lazimî dijberiya yê din nake. Têkiliyên PDKê û YNKê li ser hesabê Goranê nîne. Di navbera YNK û PDKê de rêkeftinek nû tuneye û Peymana Stratejîk jî berdewm e.
– Nakokiyên nava YNKê bi xwe
Wek gotina dawîn Muftî der barê nakokiyên di nava YNKê de jî raya xwe wiha anî ziman: “Emê problemên nava YNKê bi yekdengiyê çareser bikin. Me bedelên mezin dane û divê em rê nedin ku nakokî bikevin pêş berjewendiyên me. Divê bi civîna polîtburoyê kombûnên YNKê asayî bibin. Piştre rêvebiriya partiyê bicive û biryarên giringtir bide. Taliyê amadehiya kongreyê were kirin. Ez tu nakokiyên siyasî nabînim. Dibe ku rayên cuda hebin lê bawer nakim ku cudabûn çêbibin. Dibe ku çend kes biqetin. Lê nabe bingeh ji bo avakirina partiyeke nû. Loma problem ne pir mezin in di nav YNKê de.”
AA