Li Selahedîn  Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Kurdên Sûriye û Sekreter û Nûnerên Partiyên siyasiyên nav Encûmena Kurdên Sûriye kir.Li hevdîtinê de şanda mîhvan behsa guftûgo û civîna Astana ya li welatê Kazakistanê û helwesta aliyên beşdarbuyên wan guftûgoyên di derbarê paşaroja Sûriye kir. Ronahî jî xistin li ser çalakiyên siyasî û dîplomasiyên Encûmena Kurdên Sûriye ya ji bo bergirîkirina li daxwaza rewayên gelê Kurd li Sûriye kirin.Her wiha li piştevanîkirina hêzên resen û niştîmanperwerên Kurd li Sûriyê de spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û daxwaz kirin Serok Barzanî ber çavronî û şîretên xwe yên li ser pêşhatên Sûriye û paşaroja Kurd li Sûriye û navçeyê bixerû.Li beranber da Serok Barzanî pêzanînên xwe ya helwest û xweragiriya partiyên siyasiyên nav Encûmena Kurdên Sûriye nîşanda û tekez li wê yekê kir ku biryar û paşaroja Kurd li Sûriye li destê wan de dibê ku wan nehcêkî rast heye û li ser berjewendiyên neteweyiyên gelê Kurd hengavan davêjin. Eve jî xisterû ku bi hemû şiyanek ve palpiştiya daxwaz û mafên gelê Kurd li Sûriye û Herêma Kurdistanê jî wekî mal û piştevanê xuşk û birayên Kurd li Sûriye dimîne.Her li vê civînê de Serok Barzanî gotarek di derbarê serbixweyiya Kurdistanê û rewşa siyasî ya navçeyê û nêrîna welatan di derbarê gelê Kurdistan û Pêşmerge û eger û pêşhatên siyasiyên Sûriye pêşkêş kir. Li axaftina xwe de Serok Barzanî behsa gefên hizra tundrewî û terorê kir û eve jî xisterû ku cîhan ji bo têkşikandina terorê û ji navbirina hizra terorê pêwîstî bi gelê Kurdistanê heye. Her wiha ji bilî balkişandina şerê tayîfî eve jî dûpatkir ku Kurdistan tu demekî nabê beşek ji wê şerê tayîfiya ku li navçeyê da li holê daye û ew gengeşeya bûye belayek ji bo asayîşa navçeyê û cîhanê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: