Polîtîk

MSD biryar da ku li gel rejimê di diyalogê de be

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek belav kir û ragihand, Heşt sal di ser şoreşa Sûriyê re derbas bûn û hewldanên çareseriya leşkerî hîşt ku encamên metirsîdar derkevin û civaka Sûriyeyê perçe bibe û koçberkirin, guhertina demografîk çê bibe. Destwerdanên hêzên derve jî hişt ku lihevhatinên di navbera aliyên Sûriyeyê de tune bibin.MSDê amaje bi yekê kir, Sûriye ji aliyê Koma Astana ve weke herêmên serweriyê hate parçekirin, guhertina demografîk dane meşandin û hin herêmên ku di aloziya Sûriyeyê de aram bûn wek Efrînê, têk birin.MSDê tekeziyê li ser destpêkirina danûstandinan dike û dibêje, ji bo şerê li dijî terorê xebatên xwe dane meşandin û herêmên ku rêjîmê ji terorê re vala kiribûn, me rizgar kirin. Dema ku hikûmeta Sûriyeyê daxuyaniya vekirina deriyê danûstandinan da, me bê dudilî ev helwesta hikûmetê qebûl kir.Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihandibû ku ewê danûstandinê bi Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ji bo çaresekirina rewşa deverê bikin, Hevseroka MSDê Ilham Ehmed aşker kiribû ew amade ne ji bo van danûstandinan biçin Şamê.

Back to top button