Mogherini: Kurdistan 3 serkeftinan bi dest ve aniye
Îro sêşem 23.12.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanim Federica Mogherini Berpirsa Siyaseta Derveya Yekîtiya Ewrûpa û şandekî li gel kir.
Di destpêka kombûnê da Berpirsa Siyaseta Derveya Yekîtiya Ewrûpa ji bo wan serkeftinên hêzên Pêşmerge li bereyên şerê dijî Da’îş bi dest anîne pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe jî nîşan da ku li rûbirûbûna terorê da li Kurdistanê da nûçeyên xweş heye, bi taybet ji bo Êzîdiyan. Berpirsa Siyaseta Derveya Yekîtiya Ewrûpa eve jî behs kir ku Yekîtiya Ewrûpa li vê şerê da palpiştiya Herêma Kurdistane û ragihand ji bo ewe hatiye bizanê Yekîtiya Ewrûpa çawa bikarê zêdetir yarmetiya Herêma Kurdistanê bide. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku Yekîtiya Ewrûpa welatên endam han dide ku li hevkariyên mirovî û serbaziyên xwe yên ji bo Herêma Kurdistanê de berdewam bibin.
Li beşekî dinê axaftina xwe de Berpirsa Siyaseta Derveya Yekîtiya Ewrûpa spasiya Pêşmerge û Herêma Kurdistanê kir ku rûbirûyê terorîstan bûne û hejmarekî zêdeyê penaberiyan parastiye û li şerê dijî Da’îş da serkeftineke bêwêne tomar kirine. Xanima Federica Mogherini di derbarê serkeftinên Pêşmerge de zêdetir axaft û balkişand li ser wê yekê ku li vê şerê da Kurdistan sê serkeftinê bi dest ve aniye, li rûyê serbazî ve Da’îşê şikandiye û li rûyê derûnî ve jî serkeft û ewe bi cîhanê nîşan da ku Daîş dikarê bişkê û hêvî vegerin û her wiha Kurdistan li rûyê kultûrî ve jî serkeft û selmand ku li gel pêkvejiyane û pêkhatên olî û neteweyiyan diparêze.
Berpirsa Siyaseta Derveya Yekîtiya Ewrûpa ragihand: Pêzanînên me li ser serkeftinên Pêşmerge heye û we pêşana dinyayê da ku xelk bi hemû cûdahiyên xwe ve dikarin bi pêkve bijîn. We karî karekî bikin ku hêvî ji bo xelkê lêqewimiyan vegerê û rûyên wan bikenê.
Li beranber da Serok Barzanî spasiya Yekîtiya Ewrûpa û hevpeymaniya navdewletî kir ji bo wan hevkariyên li rûyê serbazî û mirovî ve pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine û ragihand ku bûna dostê wekî we şiyaneke zêdetir bi gelê me bexşî li berev rûbirûbûna dijminekî dirindeya terorîst.
Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku her çende şerkirina li gel dijminekî metirsîdar û dirindeya wekî Da’îş şerekî girane ji ber ku ew dijî hemû bihayekî mirovî û dijî jiyan û azadiyê ne û çekê pêşketî ya artêşa dû dewletan li ber destên wan de heye û tawanên gelek dirindane û nemirovane encam dane ku berê tu dîktatorek di vî derbarî de bi gelê Kurd encam nedane, lê belê ji bo me şerefekî mezine ku Pêşmergeyên Kurdistanê li şûna hemû cîhana azad şer dike û terorîst têne têkşikandin.
Serok Barzanî tekez jî kir ku Pêşmerge karî heybet û efsaneya Da’îşê bişkîne û ewê ku berê dihate gotin ku Da’îş hêzeke tu carî naşikê ji aliyê Pêşmerge ve hate pûç kirin. Her wiha tekez jî kir ku Da’îş tu paşarojeke xwe tûne û Pêşmerge li têkşikandin û nehiştina terorîstan de berdewam dibe.
Di derbarê hevkariya penaber û lêqewimiyan de Serok Barzanî tekez kir ku bi hemû şiyanek ve diparêzîn û hevkariya wan dikin bo ku bikarin vegerin warên xwe û daxwaz ji koçberên Mesîhiyan jî kir bê hêvî nebin û bîr li bi cîh hiştina welat nekin ji ber ku Da’îş diyardeyekî demkiye û têne têkşikandin û Kurdistan jî wekî herdem jî welat yê me hemûyane, ya em hemû pêkve bi serbilindî dijîn yan pêkve dimrîn.
Behskirina asta peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda û rewşa siyasî û emniya Iraqê û Suriye mijaareke dinê kombûnê bû.
Piştî kombûnê jî Serok Barzanî û Berpirsa Siyaseta Derveya Yekîtiya Ewrûpa civîneke rojnamevaniyê encam dan û bersîva pirsiyarên kanalên ragihandinê dan.