Hêzeke mezin ya pêşmergeyên Kurdistanê be çekên giran û bi cebiulxaneke mezin, şivêdî, çûne nav bajarê Şingalê tê çaverêkirin dirbeke giran li terorîstên DAÎŞ bidin û hemû bajêr ji destê terorîstan paqij bikin.
Li gor rojnameya wan ku, zaniyariyên xwe ji fermandarekî hêzên pêşmerge li bereyê şerê li devera Şingalê wergirtine, Pêşmergeyê Kurdistanê ji bo kontirolkirina Şinaglê sê rê li pêşiya xwe danane; rêya çiyayê Şingalê, rêya Rebîie-Şingal û rêya Telefer- Şingal. Bi vî awayî bi teê rêyek ji bo terorîstên çekdarên DAÎŞ dimîne ew jî rêya Beacê ye û çekdarên DSAÎŞ diu karin di wê rê re birevin.
Li gor zaniyariyan hijmareke kêm ya çekdarên DAÎŞ bi çekê qenas xwe di hindek avahiyên bajêr de asê kiriye û şerê pêşmerge dikin.
Pêşmergeyên Kurdistanê hemû ciyên stratejîk li derdûra Şingalê û çend taxên wê azad kirine û be rbi senterê bajêr diçin.