Cîhan

Yekêtiya Ewropayê serkeftinên pêşmerge pîroz dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro êvarê roja duşemiyê 22.12.2014ê li balefirxaneya Hewlêrê ya navdewletî, pêşwazî li Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya Yekêtiya Ewropayê û şandeya pê re kir.

Serokwezîrê Kurdistanê û berpirsa siyaseta derve ya Yekêtiya Ewropayê Li Hewlêrê civiyan û di civînê de, Mogêrînî serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanî li devera Şingalê li gelê Kurdista û li pêşmergeyan pîroz kir û got ku, li Bexdayê jî wê serkeftinên pêşûmergeyê Kurdistanê li hikûmeta Îraqê, serokwezîr û serokomarê Îraqê pîroz kirin. Wê got ku serkeftinên pêşmerge li bereyên şerê dijî teroroê ji bo morala pêşmerge û ji bo morala civaka navdewletî jî tiştek giring û gelek baş e.

Berhingarbûna terorê, cenga dijî terorîstên DAÎŞ di civînê de hatin behis kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, DAÎŞ bo ser timama mirovatiyê metirsî ye û divê bi her awayî şerê wan bê kirin hat tên jinavbirin. Divê di warê hizrî û perwedeyê jî de şerê DAÎŞ bê kirin.

Giringiya rola hevpeymaniya navdewletiya li dijî terorê, piştgiriyên însanî û leşkerî yên navdewletî bo herêma Kurdistanê, beşdariya û tesîra hêzên asîmaniyên hevpeymanan bo piştevaniya pêşmerge di civînê de bilind hatin nirxandin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê ji bo wê alîkariya Yekêtiya Ewropa bo herêma Kurdistanê dike sipasiya Yekêtiya Ewropayê kir û tekîd kir ku, pêwîstiya pêşmerge bi zêdetir bi çekê giran, rahînan û cebilxaneyê heye.

Wezîrê pêşmergeyê Kurdistanê ku ew jî di civînê de amade bû, behsa serkeftin û pêşveçûnên hêzên pêşmerge kir û pêdawîstiyên pêşmergeyê Kurdistanê destnîşan kirin.

Rewş û jiyana koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene di civînê de hat nirxandin û di vê çarçoveyê de serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd kir ku, pêwîste zêdetir alîkariya koçber û penaberan bê kirin û daxwaz ji Yekêtiya Ewropayê kir ku, delwtên endam di Yekêtiya Ewropayê de zêdetir alîkariya koçber û penaberan bikin û divê hikûmeta Îraqê jî bi berpirsiyara xwe rabe û alîkariya koçber û penaberên li herêma Kurdistanê ne bike.

Lihevhatina Hewlêr û Bexdayê û têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên cîran, rewşa herêmî bi giştî û tesîra şerê terorê li ser deverê hin mijarên din yên civînê bûn.

Back to top button