Mizgîniya Birca Belek
Huseyîn Elçî
Di odeya fireh a ku bîst mêran dikarî tê de rûnên de zilamên bi şal û şapikan xemilî runiştî, guhdarî yekî dikirin. Yekî gir, esmer, simbêlboq, navsale… Zilamê lê tê guhdarîkirin xwe berdabû nava destana Zembilfiroş, kûr û dûr çûbû, haya wî ne ji civatê ne jî ji xwe ma bû, bi keser û bi dilgermî hemû hunera xwe li ber civatê raxistibû. Ji civatê jî du kesan ji wî bêhtir xwe berdabûn nava xeyalan û bi dengê wî yê xweş û germ ji derd û kulên xwe dûr, di nav derd û hêviyên nû de xeyal dikirin. Piştî demeke dirêj ku gotina zilamê simbêlboq encax qediya, bêdengiyek li civatê peyda bû. Piştî ku her kes dîsa vegeriya civatê û serxwe ve hat, her kesî ji aliyekî ve got “sehet xweş” û dor bihurî ser zilamê hûr ê li kêleka zilamê simbêlboq. Zilamê çûr, çavşîn û hûr bi dengekî zîz dest bi straneke li ser xwe û malbata xwe kir…
Vaye parçeyeke xeyala min a li ser Birca Belek, belê, şevbiherkeke li odeyeka Birca Belek, wekî dema Mîrîtiya Cizîra Botanê… Lê belê di yekemîn gera min a li Cizîrê de tenê min karî bedenên hilweşiyayî, têlên li ser bedenan û zilamên bi cilên leşkerî li doraliya Birca Belek bibînim. Bi rastî vê yekê birîneke gelek kûr li dil û giyana min vekir. Lê ji nişke ve min bihîst ku leşkerî Birca Belek vala dike. Wekî paqijkirina şopên leşkeriyê ezê jî dest bi kewandina birîna dilê xwe bikim, piştî valakirin bi dawî bibe. Û ezê bizanim dîsa wekî şopên leşkeriyê wê dilê min jî wekî berê nebe. Lê, li bexçeya Birca Belek a wekî bihuştê, çawa ku Mem ji bilî çavên Zînê tu tişt nedîtibe, ezê jî şopên leşkeriyê nebînim, ezê li cihên Mem lê geriyayî bigerim, li şopên Zînê nêrgizan biçînim.
Niha Birca Belek dev ji nobedariya li dijî mirovan, dijî cizîriyan û dijî kurdistaniyan ber dide û wê dîsa vegere li nobedariya ji bo mirovan, ji bo cizîriyan û ji bo kurdistaniyan. Wê şêniyên wê yên ciltarî yên ji xuşe xuşa Dîcleyê ditirsiyan cihê xwe ji yên cilên wan reng û reng ên ji xuşe xuşa Dîcleyê têr nabin û tim şa dibin re bihêlin. Bê zordarî û zehmetî merşên hişk û sar wê biçin li pey xweyên xwe û jixweber, wê beytên Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî yên nerm û diltejî bi xuşe xuşa Dîcleyê re bilind bibe ji seranserê Birca Belek ber bi her aliyê Cizîrê û Botanê û Kurdistanê ve.
Zûde ye Dîcleyê govend gerandî, li her derê vê mizgîniyê gihandî wekî bereketa li vê xakê reşandî. Lê dîsa jî hemû teyr û tilûr li her quncikî belav dikin, wekî teyrên Feqî, ji bo her kes dîroka xwe nas bikin. Dîroka li Birca Belek barkirî ne tenê kevneşopiyeke klasîk lê cihê xwebûn û xwenaskirina kurdan e. Ji şahî û xayîntiyê heta bêbextî û biratiyê her tiştê me li nav van kevirên van bedenan ava kirî de veşartî ne. Heta em van keviran di ser û mejiyê xwe de neçikilînin û zexm nekin, em ne dikarin xwe nas bikin ne jî dikarin xwe ji dubarekirina xeletiyên dîrokê xilas bikin.
Birca Belek parçeyek ji nasnameya me ye. Êdî parçeyeke nasnameya me ya dagirkirî, rizgar e. Em êdî dikarin xwe bêhtir nas bikin, dikarin ji bo kul û kederên bav û kalên xwe bigirîn, dikarin ji cihê Mîrê xwe guhdarî Dîcleyê bikîn, temaşeyî stêrkan bikin û em dikarin li ser serkeftinên xwe (yên bav û kalan) yên nû zêde bikin…
(Diyarname)