Wezîra kar û karûbarên civakî pêşwazî li şandeyeke Xaça Sor kir
Hewlêr – Asos Necîb weîra kar û karûbarên civakî li dîwana wezaretê pêşwazî li şandeyeke Xaça Sor a navdewletî ku, bi serokatiya Kristîn Sîpol rêvebera ofîsa rêxistina Xaça Sorl a li herêma Kurdistnê bû, kir
Di dîdarekê de wezîra kar û karûbarên civakî a hikûmeta herêma Kurdistanê bi kurtî ji şandeya mêvan re behsa kar û xebatên wezaretê yên di warê parastina jinan û rewşa senterên çaksazî û parastgehên jinan kir.
Şandeya Xaça Sor a navdewltî xebat û çalakiyên wezaretê, bi taybetî yên di warê senterên çaksaziya rewşa jinên girtî de bilind nirxandin û got ku rewşa senterên çaksaziyê û parastgehên jinan li herêma Kurdistanê gelek baş in û li gor standartên navdewletî ne.
Herwesa di dîdarê de behsa wê yekê hat kirin ka çewa her du alî, ji bona baştirkirina rewş û jiyana jinên girtî û parastina wan ji şidetê li dijî jinan tê kirin, mekanîzmeke minasib bibînin.
Herwesa behsa wê yekê hat kirin ku şandeya Xaça Sor serdana devera Germiyanê bike da ku ji nêzîk ve haydarî rewşa jinên wê deverê bibe, çunkî li devera Germiyanê hijmareke ber bi çav a jinên hejar ku pêwîstiya wan bi alîkriyê heye, hene.