Polîtîk

Civata wezîran di bin serokatiya Berhem Salih de civiya

    

Hewlêr – li avahiya civata wezîran, di bin serokatiya Berhem Ehmed Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û bi amadebûna Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, civata wezîran civiya:

Di destpêka civînê de serokê hikûmetê behsa budceya herêma Kurdistanê kir û got ku ev nêzîkî mehekêye budceya herêma Kurdistanê a sala 2010ê li parlamentoyê Kurdistanê tê minaqeşekirin. Serokê hikûmetê destxweşî li parlamentoya Kurdistanê kir û got ku ew hîvîdare budceya herêma Kurdistanê di berjewendiya xelkê Kurdistanê de û şefaf bê pesind kirin.

Li dor hilbijartinên parlamentoya Îraqê jî, serokê hikûmetê got ku dê aliyên têkeldar yên hikûmetê bi hemû îmkanên xwe bixebitin da ku aqarekê pagij û bi teref bo hilbijartinan pêkbînin û da ku hevwelatî bê piroblem dengê xwe bide.

Di civînê de minaqeşe li ser pirojeya qanûna kontraktên giştî hat kirin ku li gor wê qanûnê dê ji bo peyrewkirina girêbest û kontiraktan di warê bicîhkirina pirojeyên giştî de li hemû herêma Kurdistanê yek sîstema qanûnî hebe. Her li gor wê qanûnê li hemû wezaretên hikûmetê û wîlayetan dê ofîsa kontiraktan bê damezrandin û li gor mekanîzmeke minasib dê piroblem û arîşeyên di warê belênderan de bên yekalî kirin.
Her li ser vê yekê, civîna wezîran biryar da ku komîteyeke pispor bê damezrandin da ku made û bendên qanûna kontiraktên giştî di ber çavan re derbas bike û paşî pêşkeşî civata wezîran bike.

Mijareke din a civînê bernameyê geşpêdana şiyanên herêma Kurdistanê bû ku, ji aliyê wezareta xandina bilind û lêkolînên zanistê ve hat bû pêşkeş kirin. Ew bernameye taybete bi hinatdina xwndekarên herêma Kurdistanê bo derveyî welatî da ku li zanîngehên binvûdengên cîhanê bixwînin.

Back to top button