Civak

Birînek civakî, şîkirina zarokan

Muş – Du zarok yek 11 salî ya din jî 12 saliye. Du zilam ku xwedî malbatin û zewicîne, yek ji wan 27 saliye û yê din jî 47 saliye. Xwestin herdu zarokan bi hev biguherin û bi wan keçikên zarok re bizewicin. Ev bûyer li gundek yê Muşê çêbû. Hineka giliyê wan kir û desthilatên bajarê Muşê, ev zarok ji dêûbavên wan standin û li wan xwedî derketin.

Ev bûyerên bi vî awayî car carna eşkere dibe û raya giştî pê dihese. Lê piraniya caran bi sedan bûyerên bi vî awayî çêdibin û kesek ji xwe pê jî nizanin. Yên pê dizanin jî van bûyeran gelek normal dibînin. Ev tişt hemî bi navê çand û adetan têne kirin. Kesek nikare bêje ev adeta Kurdan e,ku zarokek 11 Sali re bête şî kirin. Lê mixabin  ev yek di nav kurdan de çêdibe.

Ev tişt birînên civakî ne. Di normalîzekirina civatê de divê ev tişt jî bêne serast kirin. Herweha gelek tiştên din jî bi vî awayî hene. Dema 8-ê adarê roja jinan tê pîroz kirin, divê komeleyên jinan yên ku mafên jinan diparêzin biçekî bala xwe bidin van bîrînên civatî bikaribin van tiştên xirab eşkere bikin û li himber van tiştan jî çelakiyan darbêxin.

Back to top button