Civak

Xwekujiya efseran berdewame

Enqere – Piştî gelek planên nehînî yên leşkeran eşkere bûn û rêxistinên tarî di nav leşkeran de derketin hole,rojane videoyek yan jî kasetek ya dengên kesên berpirsiyar tê eşkerekirin û di raya giştî de gengeşe li ser tê kirin. Dema ev eşkerekirina wan tiştan destpêkir, gelek efseran xwe kuştin , întixar kirin. Ev efserên ku xwe dikujin hemû bi awayekî tevlî van bûyeran bûne. Duhî jî efserek jin di mala xwe de xwe kuşt.Lêpirsîn li ser kuştina vê efserê tê kirin.

Efserek ku, li Naxweşxana Leşkerî ya bi navdar li Enqere (GATA) doktorî dikira, Sema K. şevîdin li mala xwe bi destê xwe dawî li jiyana xwe anî. Wek tê zanîn GATA bibû cihê gelek gengeşeyan ji bo bûyerên ku, çêbûyîn.

Back to top button