Polîtîk

Wî ji di nav tawanbaran de cih girt

Stanbul – Eve demek e,  bûyerên Erzîncanê dibin di rojeva siyasî û dadweriya Tirkiyede ye. Du dozgerên xwedî selaheyetên taybet, dozgerê Erzincanê girtin û ew wek tawanbarekî rêkirin girtigehê. Ev bûyer bû sedemê nexweşîyek mezin din navbera hukumetê û dadweriyê de. Konseya Bilind ya Dadwera û Dozgera Ii himber hukumetê helwest girt û selahiyetên taybet ji dozgerên Erzoromê standin û di derbarê wan de biryara lêpirsînê kirin. Wan ne dixwest ku li himber dozerê Erzîncanê tiştek bête kirin.

Ji xwe piştî vê yekê hukumetê ragihand ku dadwerî rê li karên hukumetê digire. Hinek dozgerên din bûn xwedî desthilatdariya taybet. Lê wan jî ya rast kir û  dadgehê berdewambûna girtina dozerê Erzîncanê da. Niha jî serfermandarê orduya 3-ê yem ya Tirkiye ku Orduyek gelek giringe, Orgeneral Saldıray Berk jî kirin di nav doze de û dê ew jî here dadgehê êfade xwe bide. Ji berî niha jî serokê MIT-ê li Erzincanê û du karmendên MIT-ê,  di çerçova vê doze de hatibûn binçavkirin û niha li girtîgehêne.
 Di serî de, Orgeneral Saldıray Berk serfermandarê orduya 3-ê yem, dozgerê Erzîncanê  yê kevin Ilhan Cihaner û berpirsê MIT-ê yê Erzîncanê di çerçova doza Ergenekonê de wê bêne darizandin.

Back to top button