Polîtîk

Parlamenterek îraqî: Divê Kurdistan bê hilweşandin

Endamê Parlamentoya Iraqê Eyad Cemaledîn ragihand, “Ger ez bibin desthilatdarê Iraqê dê Herêma Kurdistanê hilweşînim”.

Eyad Cemaledîn ku endamê niha yê Parlamentoya Iraqê ye li ser lîsteya Iraqiyê û wekî Serokê Tevgera Ehrar xwe bo hilbijartina dahatî ya Parlamentyê amade kiriye, di daxuyaniyekê de bo kanala Erebiye ragihand, “Şerm e ku di Iraqê de herêm li ser bingeha nejadî hebe”.

Cemaledîn wiha pê de çû, “Pêwîste Herêma Kurdistanê bête hilweşandin û li cihê wê federaliyeta parêzgehan bête rojevê”.

Cemaledîn balkişande ser pirsa Kerkûkê û wiha got, “Ger federaliyeta parêzgehan hebe, dê pirsgirêka Kerkûkê jî çareser be” û wiha berdema kir, “Parvekirina Kerkûkê di navbera Kurd û Ereb û Turkimanan, ramana parvekirina Iraqê ye û ger Iraqê bête parvekirin wê demê tev welatên deverê dê bêne parvekirin”.

AKnews

Back to top button