Tevî azarên xwe em di xema azarên xelkê din jî de ne
Li jêr diruşmê (tevî azarên xwe em di xema azarên xelkê din jî de ne) îro bi amadebûna Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Kristin Sîpolo berpirsa ofîsa Xaca Sor li herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî, waliyê Hewlêrê, kosolusê giştiyê Fransayê yê herêma Kurdistanê, hijmareke nûnerên diplomasiyên welatên biyanî û rêxistinên civaka medenî merasima pêşkeşkirina alîkariya herêma Kurdistanê bo lêqewmiyên Haiti li Hewlêrê bi rêve çû.
Di destpêkê de Felah Mistefa di axaftina xwe de ev insiyatîva hijmareke gêncên Silêmaiyê bi pêngaveke giring wesif kir û got:
– Ji bo me meblexê pere negiringe, lê buhayê vê destpêşxeriyê û hizirkirinê giringe. Miletê me jî rastî bi dehan karesatan hetiye û civaka navdewletî di hewara miletê me de hatiye. Cîyê dilxweşiyê ye ku ev meblexê prere bi rêya rêxistina Xaca Sor a navdewletî ku cîyê baweriyê dê ji lêqewmiyên Haiti re bê şandin.
Pêşewa Zana berpirsê kampaniya daneheva alîkariyê bo lêqewmiyên Haiti di axaftina xwe de got:
– Em weke gelê kurd ji xelkê din zêdetir hest bi azarên gelên din dikin. Çend gêncek bi vî karê pîroz rabûn da ku bê zanîn ku gelê kurd jî di vê rewşa tê de ye amadeye wezîfeya xwe ya mirovî bibîne cî û alîkariya xelkê din li cîhanê bike.
Herwesa serokê dîwana serokatiya herêma kurdistanê di axaftina xwe de sipasiyên brêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê gihandin berpirsê kampaniyê û destxweşî jî lê kir û got:
– Ev pêngava îro îşareta wê yekê ye ku miletê me miletekê zîndîye, qebareya (hecim) alîakriya çend be normal e, lê alîakrî bi xwe giringe ku dê di navbera me û cîhana derve de bibe pirek.
Fredrik Tiso konsolusê giştiyê Fransayê yê herêma Kurdistanê ku, ew bi xwe jî berî çend salan li Haiti rastî bûyerkê hat bû û nuha handîkap e, bi vê minasebetê peyveke kurt pêşkeş kir û tê de got:
– Ez gelek kêxweşim dema dibînim miletê kurd alîkariya miletê Haiti dike ku hezaran car ji miletê kurd hajartir e. Ez vê alîkariya we bilind dinirxînim û sipasiya Xaca Sor a navdewletî dikim ku dê vê alîkariyê bigihîne lêqewmiyên Haiti.
Kristin Sîpolo berpirsa ofîsa Xaca Sor li herêma kurdistanê di axaftina xwe de sipasiya insiyatîva alîkariyên herêma Kurdistanê bo xelkê Haiti kir û bi kurtî behsa kar û çalakiyên rêxistina Xaca Sor li herêma Kurdistanê kir.
li Daweiyê ji aliyê berpirsê kampînê, Fuad Hisên û Felah Mistefa ve çekek bi bîst û pênc hezara dolaran (25,000) teslîmî destê Kristin Sîpolo berpirsa ofîsa Xaca Sor kir da ku ew jî bigihîne lêqewmiyên welatê haiti.