Polîtîk

Goran gilyên kurdan li ba waliyê Mûsilê dike

Şandeyeka bizava Goran a bi serokatiy Newşêrwan Misfet aserdana Musilê kiriye û bi waliyê Mûsilê re cviya ye.

Li gor nûçeyeke malpera Îraqiyon nûnerê bizava Gorna li Musilê bi Esîl Nucîfî waliyê Musilê re civiyaye û nûnerê bizava Guranê giliyên berpirsê hikûmeta Kurdistanê li ba Nucêfî kirine.

Waliyê Musilê di civînê de ji nûnerê bizava Giran ra gotiye ku ev civîn destpêkeke başe û pêwîste ev civîn berdewam bikin.

Nûnerê Newşêwan Mistefa gilyên berpirsên hikûmetê û bi taybetî berpirsên Partiya Demokrata Kurdistanê li ba waliyê Mûsilê kirine û ji re gotiye:

      Berpirsên hikûmeta herêma Kurdistanê zixtê li me dikin û endamên me binçav dikin. Em weke bizava Goran ji bona yekêtiya axa Îraqê dixebtin ne ji bo kurd û ereban. Armanca me yekparçeyîya Îraqê ye û vegerandina baweriyê di nav bera kurd, ereb û turkmenan deye.

Esîl Nucêfî waliyê Mûsilê partiyên kurdî, PDK û YNK bi terorê û şidetê tawanbar kirine.

Weke tê zanî waliyê Mûsilê Esîl Nucêfî yek ji Basiyên ser hişkên kevine û gelek dijî mafên kurdan e, ew bi hemû îmkanên xwe hewil dide ku wîlayeta Mûsilê ji kurdan paqij bike û heta nuha qebûl nake ku lîsteya Biratiya Neynewa (lîsta kurdan) beşdarî civata rêveberiya Mûsilê de bike. Berî çen rojekan wê dixwast serdan Wankê û telkêfê ku ser bi Mûsilê ne bike, lê xemawerê wan her du bajarokan waliyê Mûsilê tenatebarab kir û pêşiya wî girtin.

Back to top button