Van salên dawîyê jî reklam ewqas pir bûne, êdî xwedîyên reklaman ji bo firotinê derewan jî dikin. Di kurdî de yek ji wateyên ‘reklam’ ê jî pesindana bi derewan e. Di lîteratura siyasî de navê reklamê propaganda ye.

Remzî Kerîm

1- Di nav hemû miletan de kodên civakî yên nenivîskî hene. Gelek cara ev kodên civakî rikeberîya qanûnên nivîskî dikin û civak bi giştî rêz û siyaneteka mezin nîşanî van kodên civakî didin. Di civaka kurdî de bext, û di demên nenormal de texîrkirina dijminatîyê, du nimûne ne yên ez bixwe gelek cara bûme şahid.

Gava tu xwe bavêjî bextê yekî (hûn hev nas nekin jî) ew kes mirin jî, dijminatî jî, feqîrî jî, derd û bela jî tê hebe, te diparêze.

Gava mirineka ’normal’ ji malbata dijminên te hebe, tu heta şînî berdewam e dijminatîyê texîr dikî, rêzê li şînîyê digrî. Tu diçî şînîya dijminê xwe û dijminê te heta tu tê û ji mala wî derdikevî, digihî silametîyê, jîyana te diparêze, nahêle hin kesên nezan yan xort gotineka nexweş bikin, yan derbekê li te xin.

2- Her gotinek xwedî 1 wateya ferhengî ye. Ew wate wateya serekî ye. Carna xwedîyên wî zimanî wateyine din jî li wê gotinê siwar dikin. Hayê her kesê dinivîse ji van wateyan heye û rêza gotina digrin û gava dinivîsînin, bi hişyarîyeka mezin gotinên xwe hildibijêrin, hewl didin ku her gotinê di wateya/wateyên xwe û di cihê xwe de bi kar bînin. Ji ber naxwazin xwendevan xelet têbigihin, yan ew xwendevanan bi ‘korfahmîyê’ yan bi ‘tênegihiştina’ mebesta nivîsê gunehkar bikin.

3- Zinarê Xamo yek ji wan kurdan e: her roj bi kurdî dinivîse, hayê wî ji wateyên ferhengî û neferhengî yên gotinan heye û gotinên xwe hildibijêre. Lewra bi ya min xwendevanên ew kurtenivîsa Zinarê Xamo ya li ser ‘reqlama alîkarîya Weqfa Barzanî û hukûmeta Kurdistanê’ xwendine, nivîs baş fam kirine. Lê Zinarê Xamo di ‘Bersiva rexneyan’ de xwendevan gunehkar kiriye ku ‘hin kes ji nivîsê aciz bûne’ (!) ‘bi neheqî min rexne dikin’ û nivîsa wî ‘fêm’ nekirine.  

Reklam gotinek e gelek cara di bazara ticaretê û firotina malên ticarî de bi kar tê. Herkes reklama malê xwe dike ku bikir zêde bibin û xwedîyê wî malî jî zêde pere qezenc bike. Reklam pesindana malekî, fikrekê, daxwazekê ye ji bo firotinê. Van salên dawîyê jî reklam ewqas pir bûne, êdî xwedîyên reklaman ji bo firotinê derewan jî dikin. Di kurdî de yek ji wateyên ‘reklam’ ê jî pesindana bi derewan e. Di lîteratura siyasî de navê reklamê propaganda ye.

Di wê kurtenivîsa xwe de Zinarê Xamo dinivîse: ‘Hinek kurdên me hinekî zêde reqlama alîkariya Weqfa Barzanî û hukûmeta Kurdistanê şandiye dikin. 

Birayên delal, ma kurd îro alîkariya hev nekin ewê kînga bikin?

Dev ji reqlema vê meselê berdin, ne xweş e. 

Weqfa Barzanî jî, hukûemta Kurdistanê jî wezîfa xwe ya netewî û însanî kirine. 

Bi hezaran kesên wek wan hene. Hin şexsan sed qatî wan alîkarî kirine. Kê çi alîkarî kiribe mala gişan ava be.’

Bi gotineka din Zinarê Xamo dibêje hin kurd (Zinarê Xamo ji xwe nagre navên wan binivîse, jê re ne girîng e. Gava ew dibêje xilas  çênabe xwendevan jê bixwazin navên wan kurda eşkere bike) zêde reklama navê Barzanî û hukûmeta kurdî dikin. Ma ne wezîfa wan e ku alîkarîyê bikin. Îca hûn çima Weqfa Barzanî û hukûmeta Kurdistanê dinepixînin, li ser serê me mezin dikin ji ber ku alîkarî kirine. Bi HEZARAN KESÊN WEK WAN HENE (kî ne ew kesên BI HEZARAN, bi tenê xudê û Zinarê Xamo dizanin. Lê Zinarê Xamo çima navên wan û alîkarîya bi rastî jî gihiştî ziyandîtîyên bûvelerzê/erdhejê ji xwendevanan vedişêre bi tenê Zinarê Xamo û xudê dizanin). Zinar berdewam dike: HIN ŞEXSAN SED QATÎ WAN ALÎKARÎ KIRINE (Ew şexsÊN SED QATÎ Weqfa Barzanî û Hukûmeta Kurdistanê alîkarî kirine kî ne? Çima Zinar navên wan ji me vedişêre?).

Zinarê Xamo çima di vê dema xembar ya civaka kurdî de pêwîst dîtiye vê nivîsê binivîse? Çima dixwaze birîna kemgirtî ya civakê bixwirîne? Kîjan kurd dikare ji nivîsa wî mebesta wî fam neke? Ma Haydar Diljen yê ku Zinarê Xamo jî şiroveya wî ecibandiye, nivîsa Zinarê Xamo fam nekiriye? 

Mebesta nivîsa Zinarê Xamo pir eşkere ye: Hûn bi xudê kin, bes pesnê alîkarîya Weqfa Barzanî û Hukûmeta Kurdistanê bidin. Ew wezîfa xwe dikin, û ne lazim e hûn pesnê wan bidin. 

(Zinarê Xamo qet behsa alîkarîya Heyva Sor û Rêveberîya Bakurê Surîyê li Cindirêsê, derûdorên Efrînê û Helebê nekiriye, eger di vî warî de jî xwendevanan agahdar bike, wê xêrekê bike).

Çima em ê pesnê alîkarîya Weqfa Barzanî û hukûmeta Kurdistanê dîsa û dîsa û dîsa bidin? Birêz Ibrahim Yalçin, Tahsin Yilmaz, Halit Temli, Aziz Aliş, Kutbettin Aliş, Nuran Koyuncu, Bedran Acar, Behcet Tekinhan, Abdulgani Bakir, Seyda Goyan, Mehmet Fauzi Özmen bersiva vê pirsê wek şirove di bin kurtenivîsa Zinarê Xamo de daye.

  • Çavkanî: ji Facebook a Remzî Kerîm

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: