Civak

Li pêşberî Serok Nêçîrvan Barzanî Serokê dozgeriya Giştî sonda qanûnî xwar

Di merasimekê de ku li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi rêve çû,li pêşberî birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û li gor fermaneke Herêmê birêz Dadwer Kawa Fethî Mesûm wek Serokê Dozgeriya Giştî sonda qanûnî xwar.

Di merasimê da ku Serokê Civata Dadwerî û Wezîrê Dad yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Back to top button