Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munihê dibe

Serokê Herêma Kurdistanê dê bi 40 serokê dewlet û hikûmetan re beşdarî 59emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munihê bibe.

Konferansa Ewlekariyê ya Munihê dê di 17ê Sibata 2023an de dest pê bike û heta 19ê Sibatê berdewam bike. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dê beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munihê bibe. Her wiha 40 serokên dewletan û serokwezîr û 100 wezîrên berevanî, derve û navxwe dê beşdar bibin. Her wiha bi dehan kesayetî û pisporên navdar ên cîhanê yên di warê teror û ewlehiyê de beşdar dibin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Sekreterê Giştî yê NATOyê, Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, şandeke Amerîkayê ku piraniya wan endamên Kongresê ne, şandeke payebilind ê Ukraynayê, çend şandên cîhanê, rêxistin û navendên stratejîk û siyasî wê beşdarî konferansê bibin.

Nûnerên Rûsya û Îranê beşdarî konferansê nabin, li ser wê mijarê Serokê Konferansa Ewlekariyê ya Munihê Christoph Heusgen got, “Cihê Rûsyayê li vir nîne, ji ber ku Rûsya bi tawanên şer tê naskirin” û diyar kir ku Îran jî beşdar nabe lê nûnerên civaka sivîl ên Îranê dê vexwînin.

Serokê Konferansa Ewlekariyê ya Munihê Christoph Heusgen li ser konferansê roja 10ê Sibatê ji Rûdawê re ragihandibû, “Derbarê beşdaran de, nêzîkî 150 serokên dewlet û hikûmetan hene, di nav wan de Cîgirê Serokê Amerîkayê, Serokê Fransayê, Serokê Polonyayê, berpirsên payebilind ên rêxistinên navneteweyî, sekreterên giştî yên NATOyê, Yekîtiya Ewropayê û IWF. Her wiha wezîrên navxwe û derve yên hin welatan jî hatin vexwendin. Her wiha dikarim bibêjim ku nîvê kabîneya Almanyayê amade ye û tevî temenê xwe yê mezin, navên girîng ên wek Bill Gates û George Soros dê beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munihê bibin.”

Christoph Heusgen anî ziman, “Konferansa îsal bi nêzîkbûna salvegera êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dest pê dike. Bê guman, ev konferans dê bibe xaleke destpêkê ji bo nirxandinê, da ku em bikaribin bibînin ka em li ku derê radiwestin li ser tiştê ku ez jê re dibêjim binpêkirina şaristaniyê ji aliyê Vladimir Putin ve. Em li ku disekinin di parastina Peymana Neteweyên Yekbûyî û parastina hiqûqa navneteweyî ya li ser bingeha qaîdeyan?”

Ji Neteweyên Yekbûyî wek Christoph Heusgen dibêje, “Di Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, me êrîşa Rûsyayê bi 143 dengan şermezar kir. Em dixwazin bibînin ka dê berteka civaka navneteweyî di avêtina gavên din de çi be. Tişta ku me îsal di Konferansa Ewlekariyê ya Munihê de li gorî salên borî zêdetir bala xwe da ser ew e ku me konferans ji aliyê cografî ve vekir, dê hejmareke mezin ji mêvan û delegeyên başûrê cîhanê hebin. Di heman demê de, em hinekî vegerin ser kokên Konferansa Ewlekariyê ya Munihê ku di serî de wekî konferansek transatlantîk dest pê kir. Ev yek jî di wê yekê de ye ku îsal dê şandeya herî mezin ya Amerîkayê be di kongreyê de.”

Christoph Husgen diyar kir ku beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya konferansê jî gelekî girîng e.

Back to top button