Misyona damezirandina HDPê !

Dema behsa HDPê tê kirin yan jî dema ku HDP wek partiyek kurd tê nirxandin , misyona ku HDP ji bo hatî avakirin ne li bîra kesekiye. HDP ji misyonekî taybet hatiye avakirin . Cigirê serokwezîrê Tirkiye û koardinatorê pêvajoya “ aşitiyê“ Beşîr Atalay behsa  damezirandina HDPê dike û dibêje: Di pêvajoya “despêka  vekirinê“ de HDP bi fermana Abdullah Ocalan û berpirsiyarên MITê hate damezirandin. Niha erkek nû ya HDPê heye.

Dema Beşîr Atalay li ser kanalên televizyona ev tiş gotî, ji aliyê HDP yan jî PKKê ve tu îtiraz nebû. Herweha tu aliyek ev gotara Atalay nenirxand û welê derbas bû. Ji ber ku di wê pêvajoyê de çavê herkesekî li destpêka qonqxek nû bû. Lê Beşîr Atalay çavê xwe kir di çavê PKKê û HDPê de ev yek got. Deng tunebû herkes bê dengî tercih kir. Ji ber ku tişta Atalay digot rast bû.

Lê niha dema hinek insan HDPê dinirxînin û behsa vê yekê dikin, gelek insan û aliyên siyasî li xwe nexweş tînin û bertekek ne erênî nîşan didin. Lê dema dewlet dibêje deng tuneye,

Ji aliyek din ve dema pêvajoya hevdîtinên Ocalan re dihatin kirin gelek tiş eşkere bûn. Heta hevdîtinên li gel Ocalan ji aliyê weşanxaneyeka nêzikî PKKê ve bûye pirtûk. Di vê pirtûkê de gelek protokolên hevdîtinên heyetên BDPê li gel Ocalan wek belge hatine belav kirin.

Wek tê zanin Ocalan Îlona 2012ê  nameyek ji Erdogan re rêkir û pêvajoya hevdîtina cardin destpêkir.Ev pêvajo sala 2015ê dawî hat.HDP roja 15.10. 2012ê hatibû damezirandin ,lê ne aktif bû. Ji berî HDPê BDP hebû. BDPê nikariya li gora pêwistiya pêvajoya “Aşitiyê“ tevbigere. Ji bo pêvajoya “Aşitiyê“ pêwistî li HDPê hebû. Gerek HDP bihata aktif kirin. Ji bo vê  jî HDP roja 27ê Oktobera 213ê bi kongreya mezin hate aktîf kirin û keta nava siyasetê de. Ji bo vê HDPê di “pêvajoya çareseriyê “ de xwedê da.

Di rastiya xwe de HDP li Îmralî forma xwe ya siyasî wergirt, HDP wek partiyek a Tirkiye bi tevlîbûna hinek çepên Tirka û hinek aliyên îslamî derket qada siyasetê de.

Di dema li îmralî pirsa HDPê tê gotubûj kirin, polemikek di navbera Ocalan û Demirtaş de jî derbas dibe. Demirtaş hevserokê BDPê bû. Ocalan bi giranî BDPê rexne dike. Piştî rexneyên Ocalan, Demirtaş ji Ocalan re dibêje ku ez amademe ji dev serokatiya BDPê berdim. Ocalan ji Demirtaş re dibêje: Bi hisiyeta hereket neke,xwe biçekî bi rêxistin bêxe û pêşve bibe û ji rexneya netirse.

Hevdîtina li Îmralî ya roja 21ê temuza 2013ê de, (ku piştî vê hevdîtinê 3 meha kongreya mezina HDPê çêdibe.)Ocalan ji bo serokatiya HDPê dîtinên xwe dibêje. Ocalan dibêje:Ji bo serokatiya partiya nû Ertugrul (Kurkçû) û Sebahat(Tuncer) dikarin bibin hevserok. Ev tenê pêşniyara mine ne mecbûriyete.

Pişti vê gotina Ocalan serokê BDPê Demirtaş ji Ocalan dipirsê ji bo çi hun min pêşniyar nakin? Ocalan di vê hevdîtina ku berpirsên MITê jî amadene ji Demirtaşre dibêje: Bê guman ez spasiya we jî dikim. Hun dikarin xwe piçekî din pêşve bibin, formasyona te piçekî kême. Eger hun kêmasiyên xwe rakin û xwe temamî bighînin hunê ji bo Tirkiye hemûyê bibin siyasetmedarek baş. Devlet hêja we hinekî bê tecrûbe dibîne.

Wek Ocalan gotî, di kongereya mezin a HDPê de Ertugrul Kurkçû û Sebahat Tuncel wek hervserokên HDPê têne hilbijartin. Demirtaş tevlî kongreyê nabe. Ev helwestek bû. Lê dan xûyakirin ku Demirtaş ji bo karekî tevlî kongreyê nebûye.

Ji aliyek din ve du kesên balkêş pîrozbahî ji kongreya HDPê re rêkirin. Yek Abdullah Ocaln yê din jî Tayib Erdogan bû.

Ocalan di peyama xwe de dibêje: Piştî îsyankirina 40salî li gel dewletê gotubêj gelekî girîng e. Ji ber ku tekoşîna şoreşgerî bi gotubêjkirina bi dewletêre dikare wek destkeftinekê bimîne.

Tayib Erdogan vexwandibûn kongreya HDPê, lê ew neçû û peyamek rêkir. Lê peyama Erdogan di kongreyê de nehat xwendin. Lê di medyayê de hate belavkirin.

Erdogan di peyama xwe de dibêje. Ez ji bo vexwandina we ya bi nezaket spasiya we dikim“. Ev hêvî dikim kongreya we bi temaniya ku kongreya we bi nava yekitiyê de derbas bibe dikim û hêvi dikim ku biryarên kongreya we, ji bo jiyana siyasî li Tirkiye bibe weseyeta xêrê û silava ji bo hemû kesên tevlî kongreyê bûne dikim.

Ev rastiya HDPê ye. Lê dema mirov behsa vê rastiyê dike , di serî de HDP hinek alî xwe aciz dikin. Heta mirov rastiya damezirandina armanca HDPê nezanibe, mirov nikare vê partiyê baş binirxîne û rastiya siyaseta vê partiyê bibîne.

HDP tu cara negotiye ku, em partiyek Kurd yan jî Kurdistanine. HDP bi hezarê cara dibêjin ku, ew partiyek a Tirkiyene û armanca wan Tirkiyebûne. HDP li dijê Kurdistaniyebûnê ye. Niha jî HDP bi awayekî di nava Îmralî û Qendilê de nizane çi bike. Lê tişta ku dixweyê HDP niha nêzikî Qendile, lê Ocalan hêja gotina xwe ya dawî negotiye.

HDP gelek çepên netewê, kemalist bi dengê Kurda birin parlementoyê. Ew di eslêxwe de xwediyê misyona ku, kurda li Tirkan ve entegre bikin û kurda bi awyekê zanistî ji nav bibin. Li Tirkiye ne çepek Tirk ne Kemalistek û ne jî îslamisteke Tirk rastiya Kurda nabînin. Hemû jî ideolojiya ku dihebînin ji bo têkbirina Kurda bi kar tênin. Mixabin HDP jî dibe zeminê vê siyaseta wan.

 Dema mirov HDPê şirove dike nabê misyona ku HDP ji bo hatî avakirin ji bîr bike. HDP hewldide Kemalizm û Apocitiyê bike cialekî de. Lê ev jî zehmete ji ber ku Kemalist ji xwe pêve kesekî qebûl nakin û Kurda ji binî red dikin.

27.6.2021

Analîz/Rojevakurd

N.F.

Nerîna min :