PolîtîkRojev

Serokwezîr: Şermezarkirina êrişê li ser Hewlêr ne bes e!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku şermezarkirina êrişa li ser Hewlêrê têrê nake û divê “bersiva vî karê têkderane bê dayîn.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê derbarê êrişa bi dronan a li ser gundekî Hewlêrê ragihand, “Ez spasiya hemû wan aliyan dikim ku ev êrişa tirsonek a li ser Hewlêrê şermezar kirin, lê şermezarkirin têrê nake û pêwîst e bersiva vî karê têkderane bê dayîn.”

Mesrûr Barzanî dibêje, “Berdewambûna van êrişên terorîstî ku ji aliyê gûrpên deryasayî ve tên encamdan, şiko û şiyana hikûmeta federalî ya Iraqê dixe jêr pirsê û seqamgiriya Iraqê jî têk dide.”

Şeva derbasbûyî demjimêr 01.50 bi dronan êriş li ser xaniyê hemwelatiyekî pêk hat ku ew xanî li ser rêya Sêwale ye, li gundê Birax ê li nêzikî komelgeha Mela Omer a ser bi Hewlêrê ve.

Dezgeha Dije Terora Kurdistanê jî derbarê wê êrişê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “3 dron bi ber xaniyê hemwelatiyekî ketine li nêzikî gundê Birax li Hewlêrê û dronek jî li çiyayê Tarîn ket xwarê.”

Dije Terora Kurdistanê ragihand ku bi zimanê Erebî dirûşma, `Silav li te be, ey bedewiya Iraqê, bi navê Xwedê, Qasim Al-Jabbarin, ey xwedanê demê, ey Zahra` hatibû nivîsîn û du ji wan dronan teqiyane û yek jî neteqiyaye û “jibilî ziyana maddî, ti ziyaneke canî çê nebûye.”

Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê jî derbarê êrişa li ser mala hemwelatiyekî li gundekî ser bi Hewlêrê ve daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê, wê êrişê şermezar dike ku roja Şemiyê bi rêya firokeyên bêfirokevan, li Herêma Kurdistanê hatiye encamdan. Ev êriş nîşaneke zelal a binpêkirina serweriya Iraqê ye.”

Herwiha Dije Terora Kurdistanê amaje bi wê jî kir ku lêkolînên wan li ser wê êrişê berdewam in û dê encamên lêkolînan jî bo raya giştî eşkere bikin.

Back to top button