Misyona Amerikayê li Iraqê tê guhertin !
Wezareta Berevaniya Amerîkayê dibêje, biryar e hefteya bê biryara dawî derbarê çarenivîsa hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraqê were dayîn. Li gorî Pentagonê, mîsyona koalîsyonê dê ji leşkerî derbasî hevkarîya ewlekarî ya dualî bibe.
Pentagonê da xûykirin ku, hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê dê erkê xwe li Iraqê bidomîne, “lê rola wê dê ji leşkerî veguhere hevkariyên ewlehiyê yên dualî.
Li gor Pentagonê, ev guhertin li ser wê yekê ye ku, li Iraqê tu navçeyeka ku di destê DAÎŞê de be nemaye û ewlehiya vî welatî jî baştir bûye. Pentagonê got: “ Lê metirsiya DAIŞê berdewam e.
Ji aliyek din ve rayadarek bilind ê Amerîkayê dibêje: mayîna Amerîkiyan li Iraqê ji bo aramiya hemû navçeyê giring e.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî dê roja şemiyê biçe New Yorkê ji bo beşdarî 79emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe. Sudanî di vê serdana xwe de dixweyê li gel berpirsên DYA dicive û pirsa mayina Amerika li Iraqê gotubêj dike.