Civak

Li Sêwasê wesayîta karkerên ji Diyarbekirê wergeriya: 14 birîndar!


Mînîbusa ji Sêwasê diçû Diyarbekirê karkerên ku ji bo dayînheva bindeqa hildigirtin qulibî û di encam de 14 kes birîndar bûn, kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê û lêpirsîn hat destpêkirin.

Dema dayînheva bindeqan li devera Behra Reş bi hezaran karker ji bajarên Kurdistanê ji bo dayînheva bindeqa berê xwe didin bajarên devera Behra Reş. Piraniya karkerên Kurd rêwitiyek gelek dijwar derbas dikin. wesayetên ku 10-12 kesan hildigirin 20-30 kes lê siwardibin û bê ku bisekinin hewl didin bigihin qonaxa xwe. Ev yek jî piraniya caran dibe sedemê bûyerên çûyîn hatinê. Di encama van bûyeran de gelek cara hinek jiyana xwe ji dest didin û hinek jî birîndar dibin.

Hersal di vî demî de nûçeyên bûyerên hatinçûyîna karkerên kurd belav dibin.

Back to top button