Cîhan

Hizbullahê kuştina fermandarê xwe piştrast kir

Rêxistina Hizbullah a Lubnanê piştrast kir ku yek ji fermandarêwê Îbrahîm Aqil di êrîşa Îsraîlê ya li ser Beyrûtê de jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya Hîzbullahê de di derbarê kuştina Aqil de tu nav nedan û tene gotin: Yek ji “rêveberên payebilind” ên rêxistinê…

Îsraîlê li Beyrûta paytexta Lubnanê êrîşa hewayî pêk anî. Di êrîşê de herî kêm 14 kes mirin û 66 kes jî birîndar bûn. Di daxuyanîya ku ji teref artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat îdiakirin ku ji fermandarên yekîneya “Ridvan” a Hîzbullahê Îbrahîm Aqilê di bombebaranê de hedef hatiye girtin û li gel Akil rêveberên din jî hatine kuştin.

Back to top button