Îsrail Kuştina fermandarê leşkerî yê Hizbullahê Îbrahîm Aqil ragihand!
Berdevkê artêşê Îsraîl Danîel Hegarî di kongreyeke rojnamevanî de got: “Piştî komkirina zanyariyên berfireh, firokeyên şer ên hêzên asmanî yên Îsraîlê êrîşeke armanckirî li ser devereke Beyrûtê pêk anîn û di encamê de fermandarê hêza Rezawan Îbrahîm Aqîl hat kuştin.”
Li gorî Hagarî, “hejmareke din ji serkirdeyên şebekeya operasyonê û fermandariya” hêza Razavan di êrîşê de hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de herî kêm 12 kes mirin û 66 kes jî birîndar bûn.
Îbrahîm Aqîl piştî Fuad Şukir, ku di encama êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de li başûrê Beyrûtê di dawiya Tîrmehê de hat kuştin, duyemîn fermandarê herî bilind ê baskê leşkerî yê Hizbullahê bû.
Di axavtina xwe de Hegarî got: “Îbrahîm Eqîl berpirsê plankirina êrîşa li ser Îsraîl û gelê wê bû, em bi vegerandina niştecihên bakurê Îsraîl”ê yên ku ji ber şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de ji şerê Xezayê de koçber bûne, pabend in.
Eqîl di lîsteya lêgerînê ya Wezareta Derve ya Amerîka de bû ji ber beşdarbûna di Nîsana 1983an de di teqîna balyozxaneya Amerîkî ya li Beyrûtê de û ji bo cihê wî 7 milyon dolar xelat dabû.
Ev êrîş tenê çend rojan piştî wê yekê tê ku bi hezaran alavên ragihandinê teqiyan û bi kêmî ve 37 kes hatin kuştin û bi hezaran kesên din jî birîndar bûn.