Cîhan

Lêpirsîna teqînên Lubnanê li Taywan tê kirin

Piştî teqînên pager û walkie-talkie ku Hizbullah li Lubnanê kir armanc, ku di encamê de 37 kes hatin kuştin, rayedarên Taywan û Bulgaristanê îdiayên ku ew di peydakirina van amûrên ragihandinê de cih digirin red kirin. Hizbullah û Lubnan piştî teqînan Îsraîl tawanbar kirin, Îsraîl bi fermî berpirsyariya êrîşan negirt ser xwe û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî got ku di şer de qonaxeke nû hatiye destpêkirin.

Piştî ku hat eşkerekirin ku pagerên ku roja sêşemê hatine teqandin navê şîrketa Gold Apollo ya Taywanê ye, li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku wanev amûra çênekirine, piştre navê şîrketa BAC Consulting a Macarîstanê hat holê. Di dema ku hate gotin ku ev pargîdanî bi marqeya Gold Apollo pager çêkirine, rojnameya Amerîkî The New York Times (NYT) îdia kir ku pargîdanî ji bo îstîxbarata Israelisraîlî wekî ‘eniya’ xebitiye. Li gorî Reutersê, nîşaneyên pirsê yên derbarê teqînên li Lubnanê heta Taywan, Bulgaristan, Norwêc û Romanya belav dibin.


Wezîrê Aboriyê yê Taywanê Kuo Jyh-huei, di daxuyaniya xwe ya ji bo çapameniyê de got, “Ez dikarim bi teqez bibêjim ku ew li Taywanê nehatine çêkirin.” Wezîr Kuo Jyh-huei diyar kir ku mijar ji aliyê meqamên edlî ve tê lêkolînkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Taywanê Lin Chia-lung ku li Meclîsê daxuyanî da çapemeniyê, ji bo pirsa ku bi Sefîrê Îsraîl yê defakto re hevdîtin pêk aniye ji bo fikarên xwe aniye ziman bersiva ‘Na’ da. Wezîr got, “Em ji mîsyonên xwe yên li derve daxwaz dikin ku haydariya xwe ya ewlehiyê zêde bikin û di derbarê welatên din de agahiyan biguherînin.”


Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya herêmî ya Bulgaristanê de cih digirin, şîrketa Norta Global Ltd ya ku navenda wê li paytext Sofyayê ye jî di firotina pagerên teqemenî de cih girtiye. Lê belê saziya ewlekariya dewletê DANS îro daxuyaniyek da û diyar kir ku “bê guman hatiye tespîtkirin” ku pagerên ku di êrîşa li Lubnanê de hatine bikaranîn ne ji Bulgarîstanê hatine îthalkirin, ne ji Bulgaristanê hatine îxrackirin û ne jî hatine çêkirin.

Daxuyaniyê her wiha diyar kir ku ne Norta û ne jî xwediyê wê yê Norwêcî pager li daraza Bulgaristanê bazirganî,kirîn fitotin jî nekirine.


Ji aliyeke din ve, di dema ku lêpirsîna rayedarên Taywanî berdewam dike, damezrîner û CEO yê kompaniya Gold Apollo Hsu Ching-kuang, piştî lêpirsîna roja Pêncşemê bi şev ji aliyê dozgeriyê ve hate berdan. Yekane xebatkara şîrketa bi navê Apollo System Teresa Wu jî di nava navan de li dozgeriyê cih girt. Wu dema ji dozgeriyê derket daxuyanî neda çapemeniyê. Di daxuyaniya xwe ya piştî teqînan de, Hsu got ku Wu yek ji navên ku ew pê re ji bo peymana bi BAC re di têkiliyê de bû. Di daxuyaniyekê de ji bo Reutersê, Dozgeriya Şîlin piştrast kir ku 2 kes wek şahid hatine guhdarkirin û diyar kir ku wan di çarçoveya lêpirsînê de lêgerîna li çar navnîşanên kompaniyên xwe yên li Taywanê pejirand.

Back to top button