Cîhan

Misilmanek piştgîriya berbijêrekî Cihû dike

Li Wîlayeta Michigan ya Amerîka kesayetiyekî diyarê civaka misilmanan piştevaniya xwe ji bo Bernie Sanders derbirî ku hilbijartinên îsal ya Amerikayê da kêbirkêya Donald Trump dike.

Mistefa Elturk, kesayetiyê diyarê civaka misilmanane li Wîlayeta Michigan, li rûpela xwe ya taybetiya tora civakiya twitterê piştevaniya xwe ji bo Bernie Sanders berbijêrê Serokayetiya Amerîka derbirî ku bi regez cihû ye.

Li peyamekî vîdeoyî da Mistefa Elturk ragihand “Ez piştevaniya Bernie Sanders dikim û ez bawerim Sanders dikarê civaka Amerîka bibe astekî bilindtir û li pirsên nehiştina hejarî, rûbirûbûna regezperestiyê, pêşxistina perwerde û çavdêriya tendirustiyê de, çareserkirina kêşeya niştecîhbûnê û guhertinên keşuhewa û gelek babetên din li pêşiya berbijêrên dine”.

Back to top button