Civak

Roja cîhaniya jinan de wê kirin birêvebir

Radyoya Arta Fm li Rojavayê Kurdistanê û li ser internetê weşana xwe dike îro bi helkefta roja cîhaniya jinan biryar daye ku jinek bike birêvebirê radyoya Arta FM.

Radyoya ARTA FM eşkere kir ku Şêrîn Ibrahîm dibe birêvebira radyoyê. Ew ji adara 2019 ê ve birêvebira kargêrî(îdarî) bû. Êdî ew dibe berpirsa naveroka radyoyê jî.

Her wiha radyoya Arta Fm dide zanîn ku ewan vê biryarê bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinan û her wiha ji bo xurtkirina rola jinê ya li asta ragihandin û civakê de dane.

Şêrîn Ibrahîm ji bajarê Helebê ji dayikbûye. Ew di 2012ê de vegeriya bajarê xwe Amûdê piştî ku wê ji ber şerê li Sûriyê mal û nivîsgeha karê xwe yê taybet wenda kirin. Ew hingî li Amûdê tevli Yekîtiya Xwendekaran bû da bibe yek ji beşdarên di ji nûve avakirina civakê de li devera Cezîrê. Di sala 2014ê de Şêrîn beşdarî tîma ARTA FM bû. Berî hingî ew bûbû mêvana bernameyeke radyoyê. Piştî beşdarbûna di çend kursên hînkirina karên ji bo radyoyê de, wê wek peyamnêr û wek bêjer jî kar kiriye. Şêrîn her wiha bi awayekî serketî komek ji bernameyên gengeşeyê pêşkêş kirin, bi zimanên Kurdî û Erebî.

Back to top button