Li Seqizê bi xwebexşî maskeya Corona didûrin

Malbateke xelkê bajarê Seqiz ya li Rojhilata Kurdistanê xwebexşane demamik(maske) didûrin û li nav kesên feqîr û hejarên civakê da belav dikin.

Piştî Çîn, Îran yek ji wan welatane ku virusa Corona hejmarekî zêdeyê hemwelatiyên wê tûş kiriye û rojane nûçeyên mirina ji ber Corona zêde dibe. Li heman demê da demamik û maskeya tendirustiyê destê xelkê nakevê.

Her ji bo vê yekê jî malbata Fîruzî ya li bajarê Seqizê heta niha çendîn hezar demamikên standard dirust kirine û li nav hinek gundên ser bi bajarê Seqizê û her wiha karmendên paqijiyên yên bajarvaniya Seqizê û karkeran û çîna hejarê civakê bi beranber belav dikin.

Malbata xêrxwazê Seqizî Mihemed Fîruzî û hevjîna xwe Perwane Dadgerpena berê jî çendîn car karên xêrxwaziyê yên cûr bi cûr ji bo hemwelatiyan birêve birine.

Bajarê Seqizê yek ji wan bajarane ku li babeta tûşbûn û mirina virusa Corona li rewşeke xerab daye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: