Li bajaroka Şêxan ji aliyê Almanya ve kargeheke tehînê û dirûtingeheke cilûbergan û holeke ciwankariya xaniman hatibû vekirin û dahata wê jî ji bo rizgarbûyên Daîşê tê xerckirin.

Pîr Evdî Silêman Berpirsê rêxistina Êsivnê ya xêrxwaziyê got: Ev dirûtingeh digel kargeha tehînê û bingeha saxlemiyê ya dirûtin û ciwankariya xaniman projeyekê mezinê‌ xêrxwaziyê ye û ev proje ji aliyê rêxistina Almanî ve hatiye dirust kirin û li ser rûberekê mezinê erdî di nav navenda Şêxan de hatiye avakirin.

Her wiha got: Çar keçên şareza di warê di warê dîzaynerê de berdewam bi şev û roj kar dikin ji bo dirust kirina cilubergên cûr bi cûr taybet yên Kurdî û cilubergên bûka. Niha demsala biharêye û sedan destên cilên Kurdî amadekirine û di nava bazaran de têne firotin. Dahata wan jî ji bo ew kesên navên wan li cem me hatine tomarkirin ku rizgarbuyên destê Da’îşê û kesên bê semyan yên dayik û babên wan li ser destê Da’îş hatîne kuştin tê dabîn kirin.

Berpirsê rêxistina xêrxwaziyê got: Ji bilî dirûtingehê, dahatê kargeha tehînê‌ û ciwankariya xaniman jî ji bo wan kesan tê xerckirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: