Ereb bi zorê dest datînin ser zeviyên Kurdan
Ciwan Rojbeyanî Seroka Lîjneya Navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê got: Rêxistina terorîstiya Da’îş roj bi roj li deverên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê bihêztir dibe û canê nîştecihên wan deveran bi selamet nîne, rewşa wan gelek xerabe. Nûnerên wan deveran berdewam serdana me dikin daxwaza wan ya serekî vegerana hêzên Pêşmergeye ji ber ku bi tenê Pêşmerge dikarê berevaniyê li devera wan bike û rêgiriyê ji bihêzbûna Da’îşê bike û nehêle dubare ew dever bikevin bin desthilata Da’îşê.
Li parêzgeha Kerkûkê ji ber desthilatdariya wê parêzgehê rê ji bo Ereban xweşkiriye ku ew Erebên nêzîkî terorîstên Daîşê kar dikin, dest deynin ser erdên Kurdan.
Her wiha Erebên ku bi zorê destdanîne ser wan zeviyan, li pêş çavên wan Kurdan berhemên wan yên çandiniyê ji bo xwe difroşin.
Her wiha da zanîn ku ji ber ne parastina canê wan Kurdan, neçarin erdê xwe û xaniyên xwe ji bo wan Ereban bi cîh bihêlin. Eve jî metirsiyeke mezine ji bo Kurdan ji ber ku rêjeya Kurdan li wan deveran gelek kêm dibe.