Polîtîk

Nexweşxaneya Pêşmerge bû nexweşxaneya Corona

Nexweşxaneya Pêşmerge ji bo çareseriya virusa Corona hatiye terxan kirin

Li gor daxuyaniyeke Birêveberiya Nexweşxaneya Pêşmerge ji ber belavbûna metirsiya virusa Corona (COVID-19) ya biryar dane ji bo nexweşiyên Coronayê bê terxan kirin.

Her wiha daxuyaniyê de hatiye gotin: Li çend welatekî cîhanê û welatên dewruberên Kurdistanê, bi navê parastina tendirustiya giştî û rêgirtina zêdekirina wê virusê li Kurdistanê û karantînekirina wan hemû hemwelatiyên tûşbûyê virusê yên li Kurdistanê, li ser raspardeya Wezîrê Pêşmerge û Cîgirê Wezîr û Serok Erkan û Birêveberiya Karubarê Pizîşkî Pêşmerge û bi hemahengiya li gel Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê Nexweşxaneya Hawar Hatina Pêşmerge ku berê ji aliyê welatê Almanya ve taybet bi hêzên Pêşmerge hatibû dirust kirin, li destpêka meha şûbatê ve bi hemû pêdivî û amêrên pizîşkî ve li jêr çavdêriya kargêriya nexweşxaneyê bi awayeke demkî radestî Wezareta Tendirustiya Kurdistanê hatiye kirin.

Back to top button