Îroj

Roja jina

8ê Adarê

Di sala 1975’an û di rojekî wekê îroyê de Neteweyên Yekbûyî weke sala jinan îlan û di 16’ê Berfanbara sala 1977’an de jî roja 8’ê Adarê ji bo jinên  cihanê  weke Roja Jinên Cihanê pejirand.

Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên 1970’î de hatibe qebûlkirin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê digihijîne hetanî sela 1857’an.

Di 8 adara sala 1857’an de jinan li New Yorkê kedkarên jin grevek li darxistin. Jinan bi greva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan ya kar dakeve 8 saetan û heqdestekî weke hev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encama vê bûyerê de mirin. Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabin qebûlkirin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900î de destpê dike.

Di sala 1903’an de li Emerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî “Kualîsyona Sendîkayên Jinan” hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908’an de jinên sosyalîst yên li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêkanîn. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana “roja jinan” tê qebûlkirin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê lêgerîna jinan ya ji bo mafên xwe, di sala 1909’an de bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20- 30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, di greva xwe dixwestin ku şertûmercên xebata wan were başkirin û heqdestek baş ji wan re were dayîn. Kualîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da. Têkoşîna Jinên Emerîkî, jinên Ewropayê jî bi tesîr kiriye.

Di sala 1910’an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî ya II. hate li darxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate qebûlkirin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem roja Jinan ya Cîhanî di 19’ê adara sala 1911’an de li Almanya, Avusturya û Danîmarkayê hate pîrozkirin. Giringiya vê rojê ew bû ku qralê Prusyayê di sala 1848’an de hin reform mohr kiribû û di nava van reforman de jinê karibin mafên xwe yên dengdanê bikarbînin. Lê belê ev reform nehate pêkanîn.

Pîrozkirina 8 adarê weke roja Jinên Cîhanê jî di sala 1972’an de bi organîzasyoneke mezin ya bi navê “Tevgera Adarê” ya li Sidneyê hate destpêkir. Piştî ku Netewên Yekbûyî di navbêra salên 1975-1985’an de weke “Deh Sala Jinên Netewên Yekbûyî” îlan kir, di 16’ê Rêbendana sala 1977’an de jî 8 adarê weke “Roja Jinanên Cîhanê” îlan kir ku were pîrozkirin.

Di salên piştî vê de welatên endamê Netewên Yekbûyîne 8 adarê weke roja Jinên Cîhanê Pîroz kirin.

Back to top button