Mîşel Temo: Jiyana wî û çima hat kuştin û kî/kê kuşt?

Siyasetvanê rewşenbîr ê navdar û Berdevikê (Peyvdarê) Şepola (Tevgera) Pêşeroja Kurdî li Sûriyeyê û endamê Encumana Niştimanî ya Sûriyeyê Mîşel Temo, di 7ê Cotmeh a (October a) 2011-an de ber bi êvarê li bajarê Qamişlo, li mala dostekî xwe dema ku beşdarî civîna tevgera xwe bibû encama êrişek tarî û bê wîcdan û nemirovî hate kûştin. Dema ku Mîşel Temo hat kûştin, li cem wî, birayê wî Ebdilrezaq Temo, kûrê wî Marşel û berpirsiyarek tevgera wî Xanim Zahîde Reşkiloyî jî giran bîrandar bûn.

Beriya vê demek jî, Mîşel Temo, di 8ê îlona 2011-an de ji hewildanek kuştinê xelas bibû. Ev hewildana kûştina wî jî, ji aliyê Mîşel Temo de ji çapemeniya kurd re hatibû diyar kirin. Ev derdixe holê ku demek dirêj e ku Mîşel Temoyî wek hedefek hatiye tespît kirin.

Mîşel Temo, di demek gelek taybet de hat kûştin. Wek tê zanîn li Başûrê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rêxistinên kurd û rewşenbîr û pêşengên cıvata kurd de “Kongreya Milî” tê amade kirin. Daxwaz ew e ku di “Kongreya Milî” de li ser armanc û nexşerêya xebatê de hevbeşiyek pêk bê.

Ez di wê baweriyê de me ku ew kesên Mîşel Temoyî kûştine, hesabê “Kongreya Milî” kirine. Daxwaz û aremanca wan ew e ku li Başurê Rojavayê Kurdistanê rêxistinên kurd û pêşengên civakî yên gel û rewşenbîr, di armanc û nexşarêyan de yekîtiyek bername û kîtlewî ya milî ava nekin. Lê wusa xuya dike ku êrişkerên dê di ev armanca xwe de bisernmekevin. Lewra Rêxistinên Başurê Rojavayê Kurdistanê û Gelê Kurd û rewşenbır ji bona “Kongreya Milî” qerardar xûya dikin.  Divê ku wusa be û li Başurê Rojavayê Kurdistanê” Kongreya Milî”  were lidarxistin.

 
“Mîşel Temo, di sala 1957-an de li gundekî nêzikî bajarê Dirbêsiyê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Xwendina endezariya çandinê di sala 1980ê de li Helebê kuta kiriye.
Yek ji damezrênerê Navenda Celadet Bedirxan a Rewşenbîrî li Qamişloyê ye (10.12.2000).”

Ew qasî ku siyasetvan bû û di cîwantiya xwe de ketibû nav tevgera neteweyî ya kurd jî, ew rewşenbîr û nivîskarek kurd bû jî. Pirtûkên wî yên hatine çapkirinî jî hene, yên ku di qonaxa  çapê de jî hene.

Mîşel Temo, sê salan di girtîgeha Baasê û rejîma Başer Esad de ma.

Ew di pêvajoya dawî ya siyasî û civakî de gelek çalakvan û navdar bû. Ew, ji metod û modela rêxistinî ya Başûrê Rojavayê Kurdistanê re rexnegir bû. Wî dixwest ku ji bona dema nû û ji bona şoreşa sivîl û reforma mezin ya guhertinê modelek nû ya rêxistinî û awayê xebatê nû ya hevdem û demokratîk bê diyar kirin. Loma jî bi siyasetvanên Başurê Kurdistanê re di nav gengeşiyekê de bû.

 
Piştî ku Mîşel Temo hat kuştin, desthilatdarî û serokatiya Dewleta Federe ya Kurdistanê, Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê, kûştina wî şermazar kirin û bi tûndî bala rejîma Beşer Esadî kişandin. Diyar kirin ku rejîma Başer Esadî dev ji xerabî û kûştinê berde; desthilatdariyê teslîmî gelên Sûriyeyê û hêzên demokratîk bike.

 
Dewleta Tirk jî kûştina Mîşel Temo şermazar kir û bala desthilatdariya Sûriyeyê kişand.

 
Hêzên Başurê Rojavayê Kurdistanê yên li derveyî welêt û hundirê welêt, Hêzên Bakûrê Kurdistanê, Parlamentota Kurdistanê ya Dewleta Federe jî kûştina Mîşel Temo şermazar û protesto kirin: desthilatdariya despotîk ya Sûriyeyê tewanbar kirin.

 
Rêxistinên Başûrê Rojavayê Kurdistanê yên derveyî welêt di daxûyaniya xwe de diyar kirin ku:

“Piştî ku roja 08.09.2011-ê hewildana terorkirin û jinavbirina siyastvanê kurd Meşel Temo, Berdevkê Fermî ya Şepola Pêşerojê ya Kurd, ji aliyê rêjîma şoven û totalîter ve bi ser ne ket, îro, 07.10.2011, li Qamişlo di encama êrişeke terorane de rêzdar Meşel Temo jiyana xwe ji dest de û tevlî karwanên şehîdan bû. Bi ser de jî kurê wî rêzdar Marsêl Temo û xanim Zayde Reşkêlo, endama Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Şepola Pêşerojê ya Kurd hatin birîndarkirin.

“Em weke Hevkariya Rêxistinên Ewropa yên Partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê di heman dema ku em vê reşekujiyê şermezar û rûreş dikin dixwazin bidin xuyakirin ku:

 

1.      Berpirsê yekem û sereke di ber vê terorê re de bêguman rêjîma şoven û totalîter bi xwe ye;

2.      Bersiva herî baş ji vê reşekujiyê re xortkirina yekrêziya Tevgera Kurd û helwestên wê ye;

3.      Vîna gelê kurd li Sûriyê ji xebata bona azadî, demokrasî û wekheviyê bi vê ton kiryarên terorane re bêguman hîn xortir dibe;

4.      Gelê kurd û gelê sûrî bi giştî şehîdên xwe ji bîr nake û herdem agirê xebata xwe bi bîranîna wan şehîdan hêgintir dike.

 

“Em serê gelê Kurd, Şepola Pêşeroja Kurd, malbeta şehîd Meşel Temo her weha serê dost û hevalên wî sax dikin û dibêjin ciyê şehîd Buhuşt e.

 “Biji azadî, demokrasî û wekhevî. 07.10.2011

 “Hevkariya Rêxistinên Ewropa yên Partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê”

 
Kûştina berdevkê Şepola Paşerojê Kurdî a li Sûriyeyê û Endamê sekreteriya giştî yê Ragihandina Şamê Mişel Temo, kolana kurdî li hundir û derve germ kir.

Mîşel Temo, li Qamışloyê dema ku hat birêvekirin û li gundê xwe hat veşartin, ji sedhezarî zêdetir kurd, heval û hogirên wî beşdarî xwenîşandanê bûn. Li Qamışloyê li hemberî xwepêşandanê êriş pêk hat, sê kes hatin kûştin, 12 kes jî hatin birîndar kirin. Di heman rojê de li Amûdê, Hisiçê, Kobanî û Dirbesiyê jî xwepêşandan pêk hatin. Li gelek bajarên ereban jî, di xwepêşandan de wêneyê Mîşel Temo hat rakirin û rejîma despot hat şermazar kirin. Ereban, “Şemiya Mîşel Temo” li xwepêşandanên xwe kirin.

 
Pirsa girîng ew e ku “Mîşel Temo çima hat kuştin û kî/kê kuşt?” e.

Ji bona ev pirsa bersîv bibe, divê tespît bibe ku di kuştina Mîşel Temo de berjewendiya kî/kê heye.

Wek tê zanîn piştî ku li Tûnisê, Misirê, welatên din yên ereban biharê û serîhildanên sivîl dest pê kirin, guhertin û reform pêk hatin: Di meha Adara 20111-an de jî li Sûriyeyê xwepêşandanê li bajarê Deraayê ye hat li darxistin. Di wê xwepêşandanê de gelek kes hatin kuştin. Piştî demekê xwepêşandan li gelek bajarên ereb yên Sûriyeyê belav bûn û di nav demê de qarekterek serîhildana sivîl qezenç kir.

Kurdan jî, bi awayekî gelek aşîtîxwaz û nerm ji van xwepêşandanan re piştgirî kirin. Rejîma Despotîk Kolonyalîst ya Sûriyeyê ji bona ku kurd bi xûrtî û girseyî beşdarî xwepêşandan û serîhildanan nebin, di destpêkê de bi kurdan re danûstandin kir. Ji kurdan re diyar kir ku dê daxwazên wan pêk bîne. Di destpêklê de jî biryar girt ku ew kurdên nehevwelatî ne, bike hevwelat.

Ew biryara jî sînorkirî bi cîh kir.

Armanca rejîmê her dem ew bû ku bi kurdan re pêwendiyên xwe xweş bike û pêş bixe.

Armanca vê stratejiyê jî gelek diyar bû.

Ji aliyê din de jî, rêxistin û kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê girêdayî ceribandina serîhildana 12 Adar a 2004-an, di serîhildana sivîl û tevgera girseyî de xwediyê taktîkek nû bûn û nedixwestin ku bi lezûbez beşdarî serîhildanê bibin. Gelek bir plân tevdigeriyan. ku encama rejîma bê dîtin

Ez di wê baweriyê de me ku Rejîma Baasê û Başer Esadî di vê merheleyê de jî xwediyê vê siyasetê û taktîkê ye.

Rejîm dema xwediyê vê taktîkê be, kuştina Mîşel Temo ne di berjewendiya wan de ye. Lewra kûştina Mîşel Temo, li hemberî rejîmê dijminitiya kurdan xurt dike, muxalefetê fireh û radîqalîze dike.

Loma jî ez ne di wê baweriyê de me ku kûştina Mîşel Temo raste rast bi destê rejîmê pêk hatibe.

Baş e, heger Mîşel Temo ji aliyê rejîmê de raste rast nehatibe kuştin, ev kuştina kî/kê kir?

Ji bona vê jî çend altenatîf û xal hene.

Xala yekem: Mûxalefeta ereb wusa xûya dike ku ji helwesta kurdan û tevgera kurd zêde kêfxweş nîn in. Ew di wê baweriyê de ne ku kurd li hemberî rejîma baasî û esadî sist tevdigerin. Ew helwesta jî mûxalefetê qels dike. Ji aliyê din de dema ku kurd bi xûrtî û vekirî bikevin nav muxalefetê û li Kurdistanê serîhildanên sivîl lidarxin, reya giştî ya dinyayê zêdetir bi mûxalefeta Sûriyeyê re eleqeder dibe û pişitgirî dide mûxalefetê; heta ji bona mûdaxeleya navneteweyî şert pêk tên.

Loma jî divê kurd bi xûrtî bikevin nav mûxalefetê. Ji bona vê jî kuştina kurdekî navdar wek Mîşel Temoyî kurdan radîqalîze dike, dijiminitiya kurdan li hemberî rejîmê zêde dike û kurd dikevîn nav tevgera serîhildana sivîl.

Di nav mûxalefeta ereb de hêzên çekdar ku nûha ji 10.000 kesan hêzekî leşkerî çêbûye û hîç şik tune ye ku bir hêzên dewletê yên dizî re jî bi awayekî pêwendiya wan heye. Ew dikarin wek provakasyon û ji bona kurdan bi xûrtî daxilî mûxalefetê bikin, Mışel Temoyî kuştin.

Xala duyem: Dîsa ji bona ku kurd bi xûrtî beşdarî mûxalefetê bibin, li Kurdistanê serîhildanên sivîl bi xûrtî dest pê bikin, hêzên di nav dewletê de yên ku dixwazin rejîma baaasî û esadî bê rûxandin, dikarin bi kuştina Mîşel Temoyî tevlihevî çêbikin.

Du alternatîfên din jî hene. Ew alternatîfan girêdayî kurdan e. Ji bona ku mirov van alternatîfan diyar bike, hewcedarî bi agahdarî û rûdanên nû hene. Dema ew agahdariyan zelal bûn, ezê nerînên xwe bi reya giştî re parve bikim.

 

Amed, 11. 10 2011

Îbrahjîm GUÇLU

([email protected])

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nêrînek

  1. Ev siyasetmedarên me yên temendirêj wisa ne. Pirr axavtin, hindik xebat.\r\n\r\nRêzdar Guclu li Tirkiyeyê bi serbestî dijî. Bi sedhezeran kurd hene li Ewropa nikarin herin Kurdistan û Tirkiyeyê.\r\n\r\nRêzdar Guclu ji nivshên berê yê welatparêziya Bakur e. \r\n\r\nHin taybetiyên wan shoreshgerên berê ev in:\r\n- Zimanê wan ê serdest tirkî ye\r\n- Hez ji kurtepist, polemîk û angashtên komployî dikin\r\n- Ji paraktîkê direvin\r\n- Elît in, nayên nava gel\r\n- Destekê wan her bi tirkan re ye, Tirkiyeparêz in.\r\n\r\nDe dirêj nekim.\r\n\r\nRêzdar gortiye: “Hin îhtîmalên din jî hene lê ez li hêviya demê me. Min dît xelkê xwe da aliyekê ez ê berevaniya wê bikim. An jî belkî bi hin texmînên xwe hishê gel tevlîhev bikim, bala medyaya kurd bikishînin, propagandaya xwe bikim”\r\n\r\nQurban heyran rêzdar Guclu êdî malnishînî (teqaût) bibin, dest ji stûyê me berdin. Hûn nivshên berê bi rastî jî bûne asteng ji me re. We rê girtiye, nahêlin em ciwan bibin yek.

Nerîna min :