Polîtîk

Eger em bixwazin ev pirs çareser dibe

Cewad Öneş cîgirê berê yê serokê MITê li Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de behsa çareserkirina pirsa kurdi û ya PKKî li Tirkyeyî dike û pêşniyar dike:

– Ev meseleye ne pirsa şeref û xwemezin zanînê ye, eger me bivêt vê meseleyê şarser bikin, hinge şaşe em bêjin pêwîste berî her tiştî divê PKK çek dane. Pêwîste her du alî bi hev re çek danin.

Cewad Öneş dibêje ku li bajarên Kurdnişîn zarokek bi keviran qebûl nake kesekî biyanî bikeve hindur, dibe ku nifşê nû çareseriya pirsa kurd digel Tirkyeyê webûl neke û ev pirs bibe pirs xwîdariyê û weke pirs Filestîn û Îsrayîlê lê bêt, hinge ne aşitî bicî tê û ne jî çareserî tê dîtin.

– Ez gelek bi wê yekê kêfxweş bûm ku hevdîtin bi PKKê re hatine kirin. Eger dewlet bêje ez operasyona nakim û naçime Qendîlî, ji mezinahiya Tirkiyeyl kêm nabe, div ê bi vî awayî li meselê bê nêrîn.

Back to top button