ÊŞ-epîlog
“Xwezî anuha ev gotinên min bihatana nivîsandin!
Xwezî di pirtûkekê de berhev bibûyana!
Bi pênûseke hesinî, bi qurşûnê
Li zinaran bihatana kolanê ko her û her bimana.”
Hebûn û tunebûna lîteratura kurdî, Celadet Elî Bedirxan û Ehmedê Xanî, hêmayên xwendin û nivîsandina kurdî, di çîroka Hesenê Metê Epîlogê de xwe dide der.
Epîlog bi qerfreşiya xwe ji berhemê dertê û tê ser sehneyê. Lehengê Epîlogê “Darînê Daryo” bi êşa nivîskariyê dikeve û hewl dide xwe ku binîvise. Lê belê her tişt berevajî dibe, li ber xwe dide; a soxî bi ser nakeve û têk diçe.
Di destpêka lîstikê de “Sadûn” li penaberiyê dibe mêvanê birayê xwe û jê dixwaze ku “pirtûkên qelew” binivîse, da ku bi xwe re bîbe welêt. Sadûn naxwaze destvala vegere. Li ber Darîn digere, hêviya malbat û eşîrê radigihînê û daxwaza pirtûkan jê dike. Darîn, hew dizane çi bike. Edî neçar dimîne û dest davêje karê nivîsandinê. Ji bo nivîskarî û xwendina kurdî pêdivî bi çi hebe dixwaze pêk bîne. Darîn biryara xwe dide û êdî dev ji nivîskariyê berdide!
Darînê Daryo, di gotina xwe ya dawî de li hemberî malbat û miletê xwe stûxwar e! Pariyeke vê çîrokê parodiya nivîskarî û kêşeyên kurdî ye. Lehengê lîstikê di lêgerînek têkçûyî de îroniya xwendin û nivîsandina kurdî berbiçav dike. Xweziya Darîn di gotina dawî de wisa tê ziman: “Xwezî anuha ev gotinên min bihatina nivîsandin!”
Derhêner / Yönetmen: Baran Demir
Ji Çîrokeke : Hesenê Metê’nin Bir Öyküsünden
Dramaturg / Dramaturg: Çetoyê Zêdo
Muzîk / Muzik: Murat Öztürk
Lîstikvan / Oyuncular: Deniz Sal, Baran Demir, Aysu Çöğür
Dekor / Dekor: Dilek Eniş
Kostûm / Kotsum : Yuksel İnce
Ronahî /Işık : Îbrahîm Turgay