Silêman Çakir

Ji gûnd bûnê, bûye navçe. Di merkeze rêçke Başûr û Başúrê Anatolîdeye. 1936’de bûye navçeye merkezî a gûndê çatê milê jêr. 1939’de bi Aqçakale ve hatîye girêdan. 1946’de bi Erzerom ve girêdan. 1954 ‘de bûye navçe. Kanîye bajêr baraja çatê , girkê çamlik ên başûr, cîllî çav, cîyê seyranêne. Hêzê dagirger û xeta reş tim liser proje pêk anîne. Navçeye zozanî û bi gelek nav û navdar, ew Aşkele’e. 1923-1933’de bi Erzorom ve girêdayî maye. Jibon liser rêçkà transît bûye jibon herkesî bâlkêş hatîye. Cînîs hoyûk, kelha wê, Ewren kûmbet, axweyîs xan, kerwansaraye Hacî Bekir xerabeyê ziravanak, cîyê dîrokîne. 

..1877-78 ‘de Rusa dagirger kirine, 1916’de dîse hicûm berdane ser, 1917’de vekişîyane, 1937’de bûye navçe. Nav wê yî dîrokì, Locus Basara, şoxayn, Aşhane, Açhane, piştre kirine Aşkeleh. B.M.’dê 1700’de Hîtît ava kirine, 35 caran dest daye gûhertin, P.M’dê 395’de Roma dagirger kirîye, P.M’dê 650’de Bizans sitandîye, 1918’de ji destê wa derketîye. 

Weke kelha Hesen tê nasan. Liser rêçkâ Erzorome. Di herba pasînde navê wê hatîye gûhertin. Kelha wê dîrokîye, diçê B.M.’dê 4000 sal. Di 1048’de Selçuk û Bîzans herb kirine. Ava zivîn û bavwelî di herikê Arasê. B.M.’dê bi 400 salde qewmê phasîan jîyan kirine. B.M.’dê di 580’de urartu hebûne. Piştre part, Roma û hwd hatine vêdê. Di 1642’de heşt (8)kolan bûne. Di dewre Urartu de cîkî merkezî bûye. Liser xetê dagiger û xeta reş gelek proje dane meşandin, lê ew weke kelha Hesen maye. Di 1953’de búye navçe.Di navde rêçke trênê diçê. Di kêleke çemê Arasê de ye. Aras, serkûllî, zars çemê bàlkêş jîyanê didinê. Di zimanê Farisîde navê wê Roj’e. Ji gotinê âsân, âyàn, tê. Welatê Roj’ê. Axke wê bûye sê  (3)parçe. Meru, Nesâ, serahs, lîkolînegerê Grek, ên ser heremî, wê di fetih kirine Eskender de nas kirine. Qewmê Arî liwir derketîye. Dîroke wê diçê B.M.’dê 4000 sal.Romaye mezin, Asur, Med u perse hicûm berdane ser. Di 1524’de ketîye bin himbêze Osmanî de. Jibon ku warekî mîneye xetê dagirger û xeta reş tim liser projê şer pêk anîne. Di 01/06/1954’de bûye navçe, ewe navê wê Namurvan, Namervan, Narman’e. B.M.’dê 680-655’de saqa, Ereb, Bîzansîye dagirger kirine. Di 1877-1878 ‘de Rusa îstîla kirine. 1917’de Ermen ketinê. 1918’de dest daye gûhertin. Demekê bûye merkeze Medenîyete. Urartu, saqa, Med, îskît, pers bûne hûkûmdar .

..Med, B.M.’dê 64 salîye berdewam kirine. P.M.’dê 395’de Bîzans dagirger kirîye. 1071 ‘de Selçuk sitandine .Rus u îranîye gelek care hicûm berdane ser, 1473’de Osmanîye sitandine. Jibon kevnar bûne wê xetê dagirger, xeta reş tim liser şer derxistine u gelek zerar dîtîye. 

Navçeye kevnar û xwedî Dîrok, li Bakûrê Erzoromê cîh sitandîye. Pirek bi kils, kelha wê, şelalle wê dêre Dayîke Meryem manastire Haho, manastire Hahulî dîrokî û wê di xemilênin. B.M.’dê 626 -654’de hatîye nasan. Piştî saqayîye ketîye destê Lîdyayî, B.M.’dê 585’de Med bûne hûkûmdar. B.M.’dê di qernê yekemde  (1.yy.)ketîye destê Romayîye. P.M.’dê 979’de Dawidê Baxdadî dagirger kirîye, P.M.’dê 1018-1036’de dest daye gûhertin. Di şerê Rus-Osmanî de, 1828-1829 ‘de ji dagirgerîye Rus xilas bûye. Ji Dîrok kevnar bûne wê, xetê dagiger û xeta reş her wext liser şer derxistine. Espîr, navçeye kevnar. Piştî xerakirine Selçuk, ketîye bin himbêze gelek komara. 1401’1502 de ketîye destê Aqqoyunlîye. 1614’de dahîlî osmanî bûye. 1916-1918’de Rus dagirger kirîye. Dîroke wê B.M’dê ji qernê ıx ‘yem dawîye wê de dest pê dibê. B.M.’dê 680 de penaber hatine bi cîh bûne. Di wa demede jêre gotine Îspîrîtîs. P.M.’dê 665’de Erebe dagirger kirine. 1071’de dest daye gûhertin. Hèzê dagirger û xeta reş tim liser proje dane meşandin. Navçeye kevnar, gelekî zilm dîtîye û nav lê bûne. Weke oltî, oltu’sî, oltîk. Dîroke wê diçê 3000 salî. Gelek komara wê dagirger kirine. Awil mîne kelehekê ava bûye. Wextekî bûye merkezî jibon ku li cîkî stratêjîk ava bûye. Li Şîrvan navê wê li gûndekî bûye. Di 1080 de Emîr Ehmet feteh kirîye. 1878’de ketîye destê Rusa. 1926’de búye navçe. Jibon dîrok kevnar û li cîkî stratêjîke, tim liser xetê dagirger û xeta reş şer kirine. 

Navçeye maxdur û kevnar, ewe Bardîz’e. Di dewra kevinde ava bûye. Gelek komara wê dagiger kirine. Belgê derketine kevinbûne wê dîyar dikin. Lîkolîneke girîng liser nebúye. Gelek eserê wê tar û mar bûne. Awil Urartu hebûne, piştre Tao, wextekî Gurcî dagiger kirine Med, Kemerî liwir bûne. Di şerê Roma-sasanî, Gurcî -Bizans de gelekî zerar dîtîye. 1536-1537 ‘de ketîye destê Osmanîye, 1828 ‘de Rusa dagirger kirîye. Jibon mûhîn bûne wê xetê dagirger û xeta reş tim liser şer kirine. Nabçeye dil brîndar. Kevnar û xwedî Dîrok. 28/Adar 1928’de jibin dagirgerîyekê xilas bûye. 1958’de bûye navçe. Navê wêyî awil Tawuzker bûye. Ev nav P.M.’dê 350 salde pêk hatîye. Di belgede dibêjin navê wê gotine  Lor hatîye. Wextekî gotine olor, piştre búye olur. Kelha Vank, dêr şikefta kîvî gole masîye wê di xemilênin. Hêz, komar, xeta reş ên dagirger tim liser şer derxistine. Dergûşe dayîke. Sekna Evîn û Evîndare. Payîtextê jîyanê, merkeze çandê. Navê wê Hewlèr û wextekî gotine Uru Arbaîl di nivîske bizmarîde hatîye nivîsandin.Bajarê Xwadayî, Îrbîl, Arbela, Arbeles, Kurda gotine Ervîl, Hewlîr, merkeze mûhîm Îstar gelek jêre balkêş hatîye, di rêçkà leşkerî û bezirgantîyê de cîh girtîye. Di herba meydanîde deng daye, B.M.’dê 331’de. Darîus’ê sê yem (3)ketîye kelha wê. Di navbenda parta û Romayîye de dest daye gûhertin, wextekî bûye bajarê qrallîyetê, 1236’de moxolla hicûm berdane ser, 1535’de ketîye bin himbêze Osmanîyede. Jibon ku bakarê dîroknas û xemla herêmeye, hêzê dagirger û xeta reş tim xistine hedef. Cîrane çîyayê zagros, kelha dîrokî, bajarê deştê, kanîye aborîyê, meydana şerê dagirgere. Ew bajara navê wê gelek caran dane gûhertin. Kerh suluh, B.M.dê di qernê du yemde gotine Arrapkha, saleuqos, Beyt-î kermay, kelha wê B.M.dê 800 salde ava bûye. Med, Asur hûkûmdar bûne. Wextekî Eskender hatîye dagiger kirîye. Di dewra Nesturîyede bûye merkez. Emewîye û Abbasîye penaber liwir bi cîh kirine  (wek Tirkmen ).Moxola îstîla kirine. 

..1516 ‘de osmanî, şevval 24 roj liwir maye. 1145 ‘de îran leşker şîyandine 1918’de osmanî derketîye. Engelîz dagiger kirîye 28/10 /1918’de. 1922’de ketîye deştê londo. 1926’de dewrî ıraq bûye 1830’de nexweşî dest pê bûye. 1893’de dîse navê bûye Kerkûk, kanîye petrol ewe. Jibon maldare xetê dagirger û xeta reş liser şer kirine. 

Bajarê dîrok nas, gelek demade bûye meydane cengê. Meskenê qedirbilind şêx Mahmud. Ji dema kevinde cîyê jîyanê bûye. Di qernê 18 yemde ava bûye. 1822-1842’de Îranîye hicûm berdane ser. 

..1847’de osmanîye dagirger kirine şêx Mahmud 21 Gulan 1919’de li himberî Engeleze ser hildan kirîye û xistîye destê xwe. 1920 ‘de MC dewrî manda Engeleze kirîye. Dema Emîr Faysal referandom pêk anîye ew dahîl nebûye. Hazîran 5/1926’de dewrî ıraq bûye. Liser xetê dagirger û xeta reş tim şer kirine. 

Cîrane ava Dicle. Warê serhildanê .Evîndare Azadîyê. Kedkàre Gela. Di dilê çîyayê şenduha, sipî, mam sînde cîh sitandîye. Dîrok kevnar û Warê Mîtanîye, dilê Keldane, Asur, û Emren. B.M.’dê diçê 1600’e. 3600 salî bajarê antîk liwir ava bûye. Şikeft û kevirê hatine kolan wê weke Dîrok kevnar didine nasan. Ewe bajarê Duhok .Jibon xwedî hebûneke kûre, xetê dagiger û xeta reş tim jibon xwe xistine hedef. 

Silêman Çakir

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: