Polîtîk

Serokê Kurdistanê destxweşiyê li parêzgerê Silêmaniyê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê peywendiyê bi parêzgerê Silêmaniyê kir û spasî îdarî û kargêriyên parêzgehê kir.

Li gor daxuyaniyeke Serokayetiya Herêma Kurdistanê ku îro sêşem 07.04.2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê li peywendiyekî telefoniyê li gel Dr Heval Ebubekir parêzgerê Silêmaniyê da encam daye û spasî û piştevaniya xwe ji bo parêzgehê Silêmanî û saziyên îdarî û kargêrî û Birêveberiya Giştî ya Tendirustiyê û hêzên navxweyî û asayîş û Pêşmerge û tevahiya dam û dezgehên xizmetguzarî û kargêrî û aramî û darayî û aboriyên parêzgeha Silêmanî derbirî.

Her wiha parêzgerê Silêmanî spas û pêzanînên parêzgeha Silêmanî û lîjneya bilinda operasyonên parêzgeha Silêmanî ya ji bo rûbirûbûna Koronayê derbirî û rêkarên dawî yên rûbirûbûna Koronayê piştrastkirine ku bi serkeftiyane birêvediçê.

Back to top button