Serokê Kurdistanê dûvdaçûnê li ser şewba Koronayê kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefonî da li gel birêz Wezîrên Navxo û Tendirustî, parêzgerên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebçe û serpereştiyarên her dû îdareya Germiyan û Raperînê dûvdaçûnê ji bo pêşhatên dawî ya şewba Koronayê kir.

Îro sêşem 07/04/2020 Serok Nêçîrvan Barzanî li peywendiyek da li gel aliyên berpirsan, pêşhatên dawî ya belavbûna şewba Koronayê û rêkarên hikûmetê û aliyên peywendîdaran ya ji bo rêgirîkirina li zêdetir belavbûna şewbê guftûgo kir û li rewşa parêzgehan û her dû sînorên Ger‌miyan û Raperîn û birêveçûna karên wan û pêdivî û kêmasiyên wan û bandorên wê û pêketiyên şewbê li ser jiyan û guzeraniya welatiyên Herêma Kurdistanê pirsî.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê spas û destxweşiyê li her dû Wezareta Navxo û Tendirustî û parêzgeh û îdare û kargêrî û pizîşkan û karmendên tendirustî û Pêşmerge û asayîş û tevahiya hêzên navxo û karmendên derbasgehên sînorî û firokxane û wan hemûyan kir ku li rûbirûbûna şewbê da beşdarin û hemû hewlekê ji bo kontrolkirina wê didin.

Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha spasî welatiyan kir ku pêgirê rênimayiyên xweparastinê bin û daxwaz kir hemû berdewam bin li pêgirî û hevkariya hewlên hikûmetê yên ji bo rêgirîkirina zêdetir belavbûna şewbê bikin. Dûpat jî kir ku rêkar û rênimayî û pêgiriya welatiyan heta niha encameke baş bi dest ve daye û hêvî xwest bi hevkariya hemû aliyek ev rewşa dijwar jî bê derbaskirin.

Nerîna min :