Min dît û nabêjim (Roman )

0
106

 

Silêman Çakir

Mirov bawer nakê Ku tiştê di sed salê Ku derbas bûye mîne wê hebê. Ji înkàr û heta bi îmhayê. Ji darvekirinê heta bi winda kirinê.

..Ji kom qetilkirinê heta bi şewitine gunde. Penaberbûn û heta bi enfalle. Ji revandinê heta bi xerakirine bajar û gunde. Ji kûştine zaroke heta zîndan kirinê jin û extîyare. Ji şewitandine çîye heta xerakirine şikefta. Ne di rawistê û ne çareserî tê

..Mirov ji xwe di pirsê çime gel? Çar wextê salê bi dert û elem derbas dibê û dîse mirov jê derseke dîrokî dernaxê, jibon çi û çime gelo?

..Roj xilas dibê û êvar tê cîyê kâr têne girtin, dibîstan têne girtin û zarok belav dibin,wey li wî Ku zû biçê male xwe. Di wê kemlanê de teqandin pêk tê û herkes di derdê xilas kirinê rehê xwe de ye…

Jîyan tevlî hevdû bûbû. Mirov dimayî şaş û bê çare. Gel gelekî westîye bûbû. Mîne xeyaleke bi cîh nebê dengê aşîtîyê dihat.

..Da xwazîye aşîtîyê gelekî bilind bu. Roj bi Roj pêwendî zêde û germ dibûn. Civîn û qonferans pêk dihatin, lê dîse şik û guman di serê mirovde hebûn.

..Aqedemîsyen, nivîskar,sîyasetmedar,hozan bi refa dihatin û panêl dihatin li darxistin. Gel Roj bi Roj moral distan. Hêvî bilind dibûn û şartlar, komel,hêz û rêxistine fikir û remanê xwe dîyar dikirin. Neqşê aşîtîyê dîyar dibûn, lê medya sist bu. Ji sal û heta bi sal bi seda pirtûk dihatin weşandin.

..Wezîr,nivîskâr û serok komar name û pêyamê xweş didane medya. Bedel hebûn lê Gel fedakartî dikir. Serok Mesûd Barzanî pêwendîyê dîrokî didanin û pêyamê hêja bi raye giştî re parve dikir. Wezîre bi Gel re dobra dobra pêwendî didanîn û proje nîqaş di bu. Çîye, meclîs û deşt pireke dîrokî ava dikir. Guh û çavê cîhanê tim liser rojevê bu. Projê nu amede dibûn û aborî, sîyaset rehekî nû distand.

..Lê xeta reş a navdewletî nedirawiste, liber firset û hîle bu. Yek bicar şiphe mezin bun. Astengî pêk hatin, Gel israr dikir liser Aşîtîyê lê xeta reş rola xwe di lîyîst.

Welatekî bi nav û deng, lê dengê girî û haware jê tê. Ser bi ser wêran û mirin. Gotin em wisa mirin, me mirin mirand.

..Dema gotine Aşîtîyê dihate guhe, ru Di kenîn û bi refa însane xwe diberda deştê.

..Deşt bubu kohnê Aşîtîyê. Ne bi roj sekin hebû û ne bi şev. Bajar bi Bajar xwe diberdane deştê. Xeta reş plân û proje amede dikirin.

..Roj hat û mizgînîye ne xêrê li serdorê belav bu. Gotin dîse şere, dîse cenge, dîse mirin û wêranbun. Qolinç kete dilê dayîke û dergûş lorandin. Bajar ketine heznê û malbat gotin dîse şere.

..Bu gume gume tang û topa û şer kete her derîde. Sînor derbas kir û kete rojeva cîhande. Komara dest pêwendîyê nu kirin û proje amede kirin.

Wextekî jîyan gelekî zindî û zelal bu. Ne jibon zaroke tehluke hebû û ne mirov di xem û kûlê girande bu. Baran di wextê xwede dihat û Bihar rengin bu.

..Bax û bexçe zayi û lezzete jîyanê cuda bu. Dem hat roj bi roj jîyan tevlî hevdu bu. Nesîl hate guhertin û tiştê başkêş ketin rojevê.

..Roj bi roj Gel parçe bu û neyartîyeke nu kete nav Gel de.Çep û rast, oldar û qamûnîst. Paşve ru û ne Paşve ru bune xetê sor kete nav Gel û ji vê cudatîyê neyartî dest pê bu.

..Ev projeke xeta reş bu jibon xilas kirine Gel û bi taybetî Gelê Kurd re.Di gava yekemde şer weke fikir û reman dest pê bu. Di demeke nêzîkde ev şer bu şerê çekdarî. Di çend salede gelek ciwanê Kurd qetil bun û neyartî zêde bu. Wext hat bêdengî dest pê bu. Girtin û zindan kirin dest pê bu. Bi hezare ciwan qetil,seqet, dîn bun. Dem hat şerekî nu dest pê bû. Çiqas wext derbas bu şer ji sînorê xwe derket.

..War wêran bu û Gel perişan bu. Roj bi roj Gel tiştê xweyî bi rûmet winda kir. Şer kete xeta navdewletî û herem bu meydane şerê tevlî hevdu. Hêzê terorrîst derketin holê û dest bi qetil kirine însane kirin. Bi taybetî hicum berdane Kurdistan û pêşmerge, bi hezara pêşmerge şehit bun û brîndar bun. IŞİD, DAİŞ û Elnusra Gelê Kurd ji xwere xistin hedef û xwestin Gelê Kurd xilas bikin û bi taybetî Başur têxin bindestê xwe rêbaztîyê êsîr bikin.Lê Gelê Kurd û pêşmergê qehreman biserket û li Cîhanê deng da…

Warekî çi bibê û bêjin min tijêye, gelo ew war wê bikevê çi rewşêde û di çi halîde ye?

..Gelek zane çavê xwe miç kiribun û gelek dervî welat bun, hinek jê ketibune rêke şaşde. .

..Mirin û talankirinê dest dabune hevdû û mîne palê paletîyê bikê ji xeta reşre di xebitîn.

..Mirin û talankirin buye pare Kurde. Mirovekî bi tenê dema helwest di danî, roja dîtir mêvanê qebrê bu. Di zîndanede cîh nemabu û nale nale insana bu.

..Jibon wek va minasebete dema dengê Aşîtiyê dihat însane nefeseke kûr û dirêj dikişandin. Lê xeta reş bi serket û milê Aşîtiyê şikest û têk çu.

..Dîse şer û şer bu şerê bi şêwre nav Dewletî û bi mîlyone mirin û penaberbun pêk hat û zarok di kêlekà deryade jîyane xwe ji dest dan.

Hawa reşe mîne bextê reş. Nizanim bêjim çi ji vê feleke malîkwêran re.Zor û zordarî bûye bela serê Gelê min.Serok komar xanim dibê jê werin bi herkesîre pêwendî dênin û bere mijúl bibin, ez ê jî bi peyivim û di destê minde dosyake hêja heye Jîtem û Ergeneqon gelek Kurd qetil kirin.

..Dema ez bêjim wê Dîrok gelekî zelal bibê. Çend kes hatin cem hevdû û proje amede bu. Dest pê kirin û gotin jibon welatekî Azad û serbixwe. Piştî demekê qîyamet serserê Kurde rabû.

..Ji zozan heta bi deştê, ji gunde heta bi bajare û bu şerê nav komarî. Li hevdû runiştin û proje nû kirin. Mirin û talan kirin jibon Kurde û mazot û pere jibon xelkê.

..Gel tim bi hêvîdar ma, lê hêvî bi cîh nehatin. Bra bune di mil,herdu mil şer û gotin şer.Aşîtî çîye gotin.Dema Aşîtî pêk werê wê çavê Kurde vebin û zîrekin, serê werîs ji destê me derkevê dawîye me ye…

Dema gotin Aşîtî roj bi roj gavê nu hatin avêtin. Di destur û xalê wêde guhertin bi xurtayî pêk bún.

..Gelek zîndanî Azad bun. Dema zîndanî ref bi ref hatin berdan xeta reş dest bi projê xweyî nú kir.Qomplo, kemîn û dest bi hîle kir.Hicum berda ser zanist û bîrewere. Ji va hicum û Qomplo liser min jî pêk hat. Lê Gel berbi paşve gav ne avêt.

..Dema Aşîtîxwaze israr kir xetê nû derxistin sehayê. Liser medya peyam dane guhertin û peyam û namê şaş parve kirin.Dema cejn û pîrozbahî pêk hatin û di peyamede Ku mîade çekê xilas bûye xeta reş bi hêzeke mezin dest bi kàrê xwe kir û masa Aşîtî yê quluband.

..Herkes mayî şaş û di xwest têk bune proje Aşîtyê fahm kiribane, demeke dirêj wisa derbas bû. Hilbijartin û referandom ketin rojevê. Netewperwer xwestin gavê nû bêne avêtin. Jibon Ku Aşîtî dîse bi kevê rojevê wek proje xwestin dest pê bikin û pêwendî germ bun. Weşan, kultir bi xurtayî di meşî ev ne li hesabê xeta reş bu. ..

 

Nerîna min :