Pêwiste ENKS û PYD tifaqa xwe pêkbînin

0
196

 

Rodi Ilgen di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Bo parastin û sûd wergirtin ji derfeta îro, pêwiste tifaqa sîyasî û çekdarî ya hêzên Rojavayê Kurdistanê werê bicîhanîn. Derengîya pêkanîna tifaqê, zirare bo berjewendîyên gelemperî li Rojavayê Kurdistanê.

Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

Rodi Ilgen: Belê, ev derfetek dîrokîye kû peyda bûye li Rojavayê Kurdistanê.
Rizgarîya Kobanî yekemîn gav bû di pêkanîna derfeta kû îro li Rojavayê Kurdistanê peyda bûye. Alîkarîya sîyasî û çekdarî ya Hukumeta Herêma Kurdistanê bû egera kû hêza peşmerge û PYD bi hev re li dijî DAIŞ şêr kirin û Kobanî rizgarkirin.
Derfeta îro bi tifaqa hêzên kurdî destpêkir û pêwistbû ew helwesta rast bihata berdewamkirin û xurtkirin di navbera hêzên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de.
Bo kû derfeta îro ji dest neçê, pêwiste ENKS û PYD tifaqa xwe pêkbînin.
Pêwistî heye bo balanseke sîyasî û hêzeke hevbeş ya çekdarî di navbera hêzên kurdî de.
Rewşa sîyasî û leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê tifaqê dixwazê.
Dostên doza Kurdistanê tifaqa kurda dixwazin.
Hêzên hevpeyman bi rêbertîya Emerîka tifaqa hêzên kurdî dixwazin.

Bo parastin û sûd wergirtin ji derfeta îro, pêwiste tifaqa sîyasî û çekdarî ya hêzên Rojavayê Kurdistanê werê bicîhanîn. Derengîya pêkanîna tifaqê, zirare bo berjewendîyên gelemperî li Rojavayê Kurdistanê.

Wekî tê zanîn li herêmê rojev zû tên guhertin û ENKS û
PYD divê ji rojevên paşerojê re amadebin û vê fersendê ji destê xwe bernedin.
Bê goman ev ne karekî hasane û dibê kû bicîhanîna amdeyîyên hevbeş yên ENKS û PYD, wisa di demek nêz de pêkneyê.

Di bawerîya min de, gava herî giring ya pêşî eweye kû PARASTIN Û ARAMÎYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ JI TEREF YEKÎTÎYA NETEWAN de bibê daxwaza hevbeş ya ENKS Û PYD.
Ev daxwaz mecalê didê ENKS û PYD kû xwe ji bo tifaqên paşerojê amade bikin.

Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

Vekişandina hêzên emerîkî, wê rola Rusya li herêmê xurttir bikê. Xurtbûna Rusya di heman demê de xurtbûna rejîma Baase. Bi vekişandina hêzên emerîkî, rejîma Baas ji alîyê siyasî û leşkerî de xurttir dibê û di paşerojê de piranîya pirsgirêkên kû werin çareserkirin, wê li gor daxwza rejîma Baas bê.
PYD kû di stratejîya xwe ya sîyasî de.ne zelale.
Bi vekişandina hêzên emerîkî, PYD.dikarê di şûna kû bi hêzên kurdî re tifaqa bikê, tifaqa xwe bi rejîma Baas re bikê.
Helwestek wisa senaryoya herî xirabe bo berjewendîyên gelemperî yên Rojavayê Kurdistanê.

Dema kû tifaqa mala kurd nehatibê avakirin, kurd wê tarafê lawazbin di dan û standinan de.
Hevpeymanîya di navbera Rusya,Turkîye û Iran de ti yarmetîyê nadê daxwazên kurd, berewajî wê, ew dixwazin rejîma Baas garantî bikin û pirsa kurdî binpêbikin.

Welatên hevpeyman bi Emerîka re, guvaşê li Trump dikin kû vê biryara xwe biguherê û tevaya hêzên emerîkî venekişênê ji Rojavayê Kurdistanê. Ew naxwazin deskeftîyên heyî ji destên wan bicin û DAIS fersendê bidestxê bo serekî nû.

ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Bi şêweyek giştî cihê hêza demokrat di nav opozisyona Surî de gelek lawaze.
Piranîya hêzên heyî tundrew an jî nasjonalistin. Di felsefe, ideolojî û programa hêzên wisa de parstina mafên demokratîk bi taybet jî piştgirîya mafe gelê kurd ne di rojevê de ye.
Lê, li Rojavayê Kurdistanê, tevgera kurdî bi sîyaset û xebata xwe bi şêweyek giştî xebateke demokratîke û xwe daye naskirin kû ew xebatê dikin bo bidestxistina mafên xwe yê netewî, mirovî û demokratîk.
Lê mixabin, helwesta sîyasî û leşkerî ya PYD ji normên demokrasîyê û pluralîzmê pir durin.

Ne tifaqa bi opozisyona Surî re û ne jî tifaqa bi rejîma Surî re, ne tifaqên kû meriv bikaribê li wan bawer bê. Bi tifaqên wisa re kurd nikarin daxwazên xwe yên netewî û sîyasî bidestxin.
Hejayî gotinê ye kû kiryarên Opozisyona Surî li Efrînê hîn jî zindîne û berdewamin
Pêwiste kurd tifaqa xwe li mala xwe pêkbînin. Tifaqek wisa kû di program û kiryarên xwe de parastina berjewendîyên xelkê Kurdistanê bikê armanc.
Kurd, dikarin tifaqên xwe bi hêzên din re pêkbînin li ser esasê rêzgirtin û qebulkirina armanca tifaqa kurdî/welatperwer.

Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin?

Êrîşên DAIŞ´ê zirarek mezin da xelkê Kurdistanê.
Bi deh hezaran keç û lawên Kurdistanê di vî şerî de şehît ketin.
Gund û bajarên Kurdistanê vêran bûn. Jarî û belangazîya xelkên Kurdistanê bi xwe re koçberîyek mezin anî, zirarên aborî bi dehan sal pêşketina Kurdistanê rawestand û …
Lê, tevî van zîyan û windayîyên pir mezin, DAIS şikestin xwar di şerê kû bi xwê destpekîribû.
Dunya vî şerê qirêj yê DAÎŞ´ê jibîrnakê.
Dûnya qehremanîya pêşmerge û hêza kurdî li Rojavayê Kurdistanê jibîrnakê kû çawa li dij DAIS´ê biserket.
Kurdistan gelek sempatî û dost qezenckiriye.
Dema kû kurd tifaqa xwe ya netewî pêkbînin, wê demê dikarin daxwaza yarmetîya dostan bikin bo kû yarmetî xizmetê bikê bo berjewendîya netewa kurd û ne tenha bo berjewendîya hêzekê/partîyekê.
Ji bo kû kurd bikaribin sûde ji rewşa Surîyê bigrin, pêwiste kurd xwedî nerînek hevbeşbin bi taybet di derheqa parastin û aramîya Rojavayê Kurdistanê ji teref Yekîtîya Netewan de.
Bi nerînek hevbeş beşdarî di pêvajoya amadekirina destûra Surî ya Nû de, kurd dikarin ji rewşa heyî sûd bigrin.

 

Nerîna min :