Rewşa Surî ketiye di nava pêvajoyek çareseriyê de, hêdî hêdî dawî li şerê navxwe yê Suriye tê. Di heman demê de şerê serweriyê li Suriye kûr dibe û dewletên wek Rusya, Îran, Tirkiye û welatên Kendavê di nava xebatekî de ne.
Ji berî serokwezîrê Îsrail Benyamin Netenyahu serdana Rusya bike û li gel serokê Rusya Putin di derbarê rewşa Suriye û bandora Îranê li vê welatî gotubêje bike, serokê rejima Suriye Bişar Esad serdana Tehran kir. Îran tehdita herî mezin li ser Îsraik li Suriye ye.
Îsrail li ser şkinandina bandora Îranê li Suriye hevdîtina li Rusya dike, lê Îran jî peyama ku dê li Suriye bimîne dide Bişar Esad.
Esad gelek vekirî dixwaze bide xûyakirin ku, Îran ji bo Suriye gelekî girînge û tu cara Îran ji Suriye venakişe. Ev peyama Esad taybetî ji bo Emerîka û welatên Kendavê ye.
Ji aliyek din ve di derbarî rewşa Suriye de dîtinên Rusya û Îranê ji hev dûr dikevin. Di vî warî de jî Esad behtir xwe nêzikî Îranê dike. Wek minak , Îran û rejim dixwaze êrîşê Idlibê bike, lê Rusya hevdîtina li gel Tirkiye dike û naxwaze êrîşek li himber Idlibê niha çêbibe.
Rusya divê ku li herêma Ewlehiya ku pêkwerê Tirk lê cih bigrin, lê Îran û rejima Esad dixwazin ku hêzên rejimê li vê herêmê hebin. Lê cardin Îran û Esad mecbûrê Rusyanin, ji ber ku heta niha Rusya bûye sedemek esasî ku rejima Esad têkneçûye. Ev nakokî ne ji hev dûrketineke , lê Îran û rejim ji siyaseta Rusya ne gelekê razîne.
Rastiyek din ewe ku Îsrail û Rusya di derbarê pirsgirêka Suriye de nêzikî hev dibin. Ji sala 2015ê heta niha Netenyahu û Putin 11 cara hevdîtin kirine. Îsrail heyina Îranê li Suriye wek tehdîtek mezin li ser welatê xwe dibîne, dixwaze Rusya ku xwedî hêzek mezine li Suriye vê tehdîtê ji holê rake.
Netenyahu li Rusya peyamek da û got: Li Suriye dijminê me yê herî mezin Îrane û ewên pêve girêdayine. Dê siyaseta me ya tund li himber Îranê berdewam be.
Emerîka li Suriye xwedî planê cudaye. Herî dawç eşkere bû ku Emerika û hêzên hevpeyman ji Suriye û rojavayê Kurdistanê bi temamî venakişin. Ev yek ne li gora hesabê Îran û Rusyaye. Lê Emerika hewldide ku Tirkiye razî bike û li herêmê xweyê bandorekî be. Dixweyê Emerika di heman demê de hewldide ku PYDê ji bin bandora PKKê derêxe û ENKSê û PYDê nêzik hev bike. Dê ev yek jî bibe sedemek bingehîn ku kurd li Suriye de bibin xwedî statuyekî.
Siyaseta navdewletî li ser rewşa Suriye di nava guftogoyek berfireh de ye. Di vê van guftogoyan de kurd jî wek terafekî têne minaqeşekirin. Lê tişta dixweyê û ya herî rast ji bo kurda li rojavayê Kurdistanê ewe ku, PYD ji siyaseta PKKê dûr bikeve û li rastiya welatê xwe vegerê û li gel ENKSê hevkariyekî bikin û li rojavayê Kurdistanê hewlbidin ku Federasyonekî bi dest bêxin.
Nûçe Analiz/ N.Firat