Min dît û nabêjim (Roman )

Silêman Çakir

Roja dîtir em derketin û meşîn. Min ku hey Amed,bawer bike min bêrîye te kirîye. Dema em xort û li Mêrge Amed qahwexane hemam mê, em bi seda di rûniştin û di bû kure pista xorte.

..Di navbenda seatte kê de Deh welat Azad di kirin û Deh herb didane rawistandin, wey bavo,wey ew roj çûn û nehatin.Çaxê ez wisa tefekûr dibum û min xeyal dikir,kedkâr ku çibû? Min ku tiştek tûneye, em gihişti bûne Derîyê çîyê. Kedkâr ku em biçin cîyê kâr, liwir em suwar bûn û em li ofîsê daketin.Piştî çend deqîqe çay hat û civak mezin bu.Dîse bu bahse şerê di rojevê de.

..Min ku ez bawerim ev şer û tiştê ku pêk werin projeke dirêj û navdewletîye. Mamostekî ku madem wisa bê, teoriye ser sê Dinê ne raste. Min ku hinek rastî jî têde heye û hinek çewtîdî jî heye têde. Wext bûbû dereng û em rabûn ,me xatir bi hevdû xwest û em çûne mala kedkâr. Piştî şev bihêrk em raketin,roja dî, me xwe amede kir û em derketin ser rêçkâ Muş’ê.

..Dibêjin ye,

Evderî Muşe.

Rêçkâ wê kàşe.

Nêzîkî nîvro em gihiştin Muş’ê em çûne Hotêle Zengok, kedkâr cîyê me dîyar kir û em çûne çend dibîstan,jibon firoştine pirtû ke. Texrîben di çend seatte de me sîh taqim pirtûk firoştin û em hatin hotêlê.

..EM TENÊ MAN..

Em dibêjin zimanê me.

Ew esl û ew fesla me.

Rûmet û jîyane me.

Hebûn û warê ma ye.

..Kirmancîye zêrînîye.

..Pir zelal le wek hêvîye.

..Bi gilîyê welatî ye.

..Tev bi xwînin Kirmancîye.

Ereb ,Faris Cîhan zanin.

Em jî hene,lê naxwazin.

Em bi xwînin,em zanebin.

Tev bi xwînin Kurmancî ye.

..Luxeteke Dîrokîye.

..Ehmed Xanî pê nivîsîye.

..Feqîyê Teyran pir gotîye

..Melayê Cizîrî vekirîye

..Tev bi xwînin Kurmancî ye. ..

Pirtúk :Gazîye min qîrêna mine.

Rûpel :39.

Nivîskâr :silêman Çaqir.

Weşanxane :Diclem sahaf.

Dema mirov hêvîdar û xemdar bê, çiqas zore. Hele mirov kedeke mezin û Dîrokî dabê û bi serde mirov perîşan bibê, nizanim dil wê çi bersivê bidê. Çaxê şexis temenekî bikê qurbanî jibon doz armacekê û ew qurbanî bi zanebûn heba bibê û ne yê fahm kirin,mîne mirine di temenê ciwantî de ye.

..Em diçine Bajarê Muş’ê, bajarê Sîyasetmedar û axke pîroz..Xortê delal (S.S)em pêşwazî kirin û bi qedirekî mezin û hêja.Ew roj em ne berdan û kirin mêvanê xwe. Sohbet berdewam bû û dor hate ser tifaqe Kurd û Drmoqratê xelkê, jimin hate pirsîn, min ku NAAAA. ..!Nebû wek min ,lê wek min derket….Em sê heftîye xebitîn û gelek pirtûk firoştin jibon kedkâr, ji eşqe li camcamke dixist. .

..Roja 21 em vegerîyene Amed. Ji Muş’ê heta em gihiştin Amed’ê min pirtûk xwend û helbestek nivîst. ..

…TU HÊJA YÎ…

Sînga te spî, mîne qeşaye biharê.

Bejna lite ya star çiqas delalle.

Çavê te ,mîne çavê xezale zozan’e.

Lê ez çibikim ,tu ne yaminî, an xelkêyî.

..Çê bû pênç hezar sal ez di nalim.

..Tim di girîm li çar wexta, şev û roj.

..Dikim hawar kesek deynakê ne tu kes…!

..Xelk liser sînga te tim dikine kêf. .

Bawer kê ez mîne êsîrê Ecem mim.

Nikarim derdê xwe bêjim ne bikim hawar

Lanet li vê cìhanê werê, sed car.

Tim xayîne lê tu gelek hêja yî. .

..Dema ez li xwe li mêrikê meyze dikim.

..Ma ez çi me jî xeynî êsîrekî.

..Tu çime deynakê û nakê hawar.

..Dema tu di destê xelkê de li kêfa te ye?

Ez sûnd di xwim bi Qadî Mûhammed.

Bi tirbe şêx Ebdulqadirê geylanî.

Bi navê Xwadayê mezin û dilovan.

Tu hêja yî, ez dimrim lê te nadim.

..Zanibe heta neha min sebir kir.

..Hasîyeta bav û kâlê min gelek mûhîme.

..Esalet, ji bav û dayîkê tê.

..Destê xwe bid min êdî bese!

Di mirim sed hezar car, te nadim.

Ew kîye ji bavê xwe te bistînê. ?

Qîyamet wê rabê, Cîhan Wè kâr û kún bibê.

Tu jî minre hêja yî û Tu a minî. …

…pirtûk :Kezî Zera Min.

..Nivîskâr :silêman Çaqir.

..Rûpel :8-9-

Xewn çime hene gelo?Xeyal jibon çine?Hêvî ku nebê jîyan nabê? Dema mirov di kevê bê çaresertî yê çiqas nexweşe.

..Gelo peyame min jibon wezaret tê bi rê kir,bersiva wê hat?Mizgînî ji âlîyê keçkâ min de hat,digotin were dest bi mamostetîyê bike.

..Ji Amed rêwingê bajarê pêxembera di bûn. Şewqa rojê mîne rengê axe sor bû. Ew kevirê reş mîne bextê reşin, hêvîdarim em ne bext reş bin.Kedkâr ku em ji navçeye Siwêrek dest pê bikin.Gelek baş û bi aqilane bû, lê tiştekî dîtir û ferz hebû, zîyarete qebra tekoşerê delal Ferît Dirêj hebû. Pêşnîyar qabûl bû jibon ku pîroz bû. Em çûn û me zîyaret kir,ew strane ku bi deng û tembure xwe digot hate bîra min.

…Pêşmerge….!Hatin Ref bi Ref. .Herin heta bi bexda herin serê se..ba..v..Saddam jê kin û heyfa xwîşke Leyla hilenin û werin….!

..Her bijî serok Barzan,her bijî bavê Loqman. .Ey Newrozê, Newrozê şêrînê gewr û bozê. ..

..Kûştin, qetil kirin,rûreşe wî qetil kir,jibon ku Kurd bû, xwedî rêbaz û Netewperwer bû, Dewlet xwaz bû bavê YEKBÛN, Rêzdar Ferît UZUN  (Dirêj)cîyê te behişt bê ey şehîd. ……!

Siwereke dil birîn û wêran.Xwezî axke wê bubane xwedî ziman û mijûl bubane. Şehîd gelek dan û mirovê dilsoz winda kirin. Mîne Ferît Dirêj û Faîq Bucaq. Yek Serokê rêxistine KAWA bû û yek Serokê PDK-T’yê bû.

..Piştî zîyareta qebirstanê em derketin xebatê .Pirtûk baş hatin firoştin û ber êvar kî em bûne mêvanê Ruha’yê. Kek Necmeddîn  (T)em pêşwazî kirin û bi dilekî germ û bi dil sozî. Me xwarin xwar sohbet dest pê bû. Em çûne rojê xortanî, çime gelo em ketin vê rewşa xerab de?Gelo ji nezantî bu an jî bê tecrube yî tî bû. An jî projeke navdewletî a xeta reş liser me pêk hat?

..Di wê sohbete germ de ku helbest çawa diçê?

…QEDERE MIN. ..

Kî hat bu beg.

Ne begê, ne xulame.

Li ser serê Kurda semyane.

Lê, ma ev qedera me ye?

..Ev çi xefk in, ev çi hîle.

..Ev çi cote ev çi Semyan.

..Em xapandin ser bi sere.

..Lê ev çîye ev çi lewme?

Halo nabê bira nabê.

Ev derdê me derman nabê.

Bi vî lewmî em Azad nabin.

Èdî bese ev xapandin….

..Nivîskâr :silêman Çaqir.

..pirtûk :Zerîya Warê min.

..Rûpel :119.

Tiştekî gelek bâlkêş bû û jîyaneke bê mîne bû gere meyî bi kedkâr re. Jibon ku pirtûkek bê firoştin ,me her tehlûke û risk tanî ber çav û me qîme xwe pê tanî.

..Dema em li serdora Ruhayê di xebitîn, em çûne barajê, braderekî Mûhendis hebû me wî zîyaret kir û gelek bi kêf xweşî em pêşwazî kirin. Hevalê minî dibîstanê dewra dibîstane bilind, me di xwend.Em xweş gerandin liser GAP’gelek tiştê xweş ji mere gotin.Me xatir xwest em ketin nav xebatkarê ku li wir di xebitîn. Dema me pirtûk dane nasane grubek hat û di nav wade mîne qebadayîkî mirovek hate cem min.Ku ez meyzekim hûn çi pirtûke di firoşin,kedkâr ku tu çi bi xwazê, di wê demê de pirtûke ku Turgut bi kûder de di bezê jî hebû, lê meyzekir û ku ev kîye mîne qebedayîye bahse Turgut dikê.

..Meyzekir û hinek pirtûk sitandin û çû meşî. Piştre em agahdar bûn ku ji malbata Bucaq’e bû. Xebate me liwir xilas bû û em suwar bûn hatin Ruhayê. ..

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: