Polîtîk

Ji dev berpirsiyariyên xwe di nava HDPê de berdide

Serokê fraksiyona HDPê di parlementoya Tirkiye de Ayhan Bilge ji berpirsariyên xwe yên HDPê de îstifa dike.

Îro Bilge li gel hevserokên HDPê hevdîtinekî pêktîne û biryara xwe ji wan re dibêje. Li gora hinek agahdariyan Bilge dibêje: Min hinek soz dabûn malbatên Roboskiyê, lê min ev sozên xwe bi cih neanîn ez nikarim vê bi wan bidim fam kirin, ji ber ku ez nikarim sedemên vê yekê bi xwe têbigihim.

Li gora hinek çavkaniyên di nava HDPê de, HDPê soz dabû malbatan ku doza wan aliyên hukukî de hata dawiyê bişopînin û arikariya wan bikin. Di vê derbarê de hukukzana HDPê Meral Daniş Beştaş gelek soz dabûn, lê hate hedekî hêdî hukuzanên HDPê bersiva telefonên malbatên Roboskî nadan û pişta xwe dan wan.
Di vê derbarê de Velî Encû bi navê malbatên Roboskî daxûyaniye da û got: Baroya Şirnex belgeyên doza me derengî rêkirin dadgehê û di vê derbarê de tu agahdarî nedan me. Heta radeyekî naxwestan bersiva pirsên me bidin û ser vê yekê de jî em tawanbar kirin. Meral Daniş soz da malbata lê heta niha tu deng jê derneketiye û di vê derbarê de bê deng maye.Hinek li ser van dozên bi vî awayî dixwazin navê xwe derêxên pêş û bûyerê bikin malzemeyek siyasî. Lê heta ve gavê kesek li me venegeriyayê tu agahdarî nedane malbatan. Ev yek me ber bi fikara ve dibe.

Ji bo van sedeman parlementerê HDPê yê Qersê û berpirsê fraksiyona HDPê di parlementoyê de Ayhan Bilge ji hemû berpirsiyarên xwe di nava partiyê de îstifa dike, tenê wek parlementerekî dimîne.

Back to top button