Kultur

Min dît û nabêjim (Roman )

Silêman Çakir

Ketkâr kèfa wî lê bû. Sibehê em rabûn û em hatin ofîsê. Taştê amede bú û me xwar û me dest barkirine pirtûke kir.Taxrîben 500 taqim pirtûk me xistine wesayîtê. Bajovan Îhsan çû ser dîreksîyon.Ez û ketkâr em suwar bûn û me berê Xwadayî Çewlîk  (Bingöl)ê.

“” Bingöl şewitî,

mij morane,

megrî megrî dayîkê megrî.

Leşker ketin.

Nav malane “”

..Raste mij û moran kêm nabê ji.bajarê Bişijk Fermandar Silêman.

..Rêçke ke bâlkêş û çîyayê ser bilind.warê welat parêz û Kurd perwer Çewlîk. Ava qerisî û dilê bi kûl û birîndar, warê şehîd û penabere.

..Em meşîn û ber nîvrokî em gihiştin bajarê birîn giran.

..Ketkâr berê xwe dayî hotêlê, yek liber derî sekinî bû, peritî û zayîfokî bû. Ketkâr pirsî ku tu kîye? Ku ez li resepsîyonê meyze dikim..Dema navê wî pirsî ,hinekî sekinî û ku (M.Y.)piştî gelek sal derbas bû û dema (A.B)qetil kirin piştî du roje li Nisêbîn’e wêran derket û ber fecerê li sînorê Rojava û Bakur de gotin derbas bû ..Roja dîtir medya nivîst ku (Y.)di Surye de derket…

..KEDÀ MIN ASILZADEYE. .

Ji haveynê Rojê ye.

Mîne şîrê dayîke min spî.

Ji axe paqişe.

Azadîye ne êsîre.

Asilzadeye kedà min.

..Mirovê ava wê vexwe namirê.

..Ên ku felsefe wê xwendîye zanê.

..Sîye wê mêjî rehet dikê.

..Nanê wê têr dikê.

..Ailzadeye kedà min.

Were gûle min tâme wê bistînê

Me tirse pêre bibe yek.

Felsefa wê bi xwêne û fahm bike.

Li baxçê behiştê bi jî.

Asilzadeye kedâ min…

..pirtûk :Gazîya min qîrêna min’e.

..Nivîskâr :silêman Çaqir.

..Rûpel:71-72

..Weşanxane :Arı sanat

Kedkâr cîyê me li hotêlê veqedand.Min ku em çend deqîqe runin û bê emê çibikin aşîkâr bikin û dest bi xebatê bikin.Kedkâr ku na em awil nan bi xwún û bi xebitin.Bajovan ku raste.Dema du şexis wisa gotin ,min deng dernexist û min ku hûn zanin…

..Kedkâr serdor nas dikir.Meşî û me jî wî şopand. Nêzîkî hotêlê aşxaneyek hebû û em çûne wêderê. Em rûniştin û xebatkarê aşxanê hat û me xwarin xwest û xwarin anî. Piştî xwarinê çayê îkram kirin..Piştî wextekî kurt em rabûn û me dest bi xebata xwe lir.Kedkâr ku em biçin nexeeşxane Çewlîk. Min ku başe em ketin hindurú û min pirtûk dane nasane. Texrîben di sê çar seatte de me 20-25 taqim pirtûk firoştin.

..Kedkâr bi kêf bu û moralê wî xweş vebû. Wext êvar bu û em.çûne hotêlê, min ser xwe dayî gûhertin û dûşek kir û min dest bi xwendine pirtuke xwe kir,pirtûke min di xwend liser Dîroke Kurd û Kurdistan bû. Di wê demê de şer roj bi Roj dijwar di bû û li ser Başur gelek tiqedim hebû.

..Serok Mesûd Mistefa Barzanî di pirtûke cildè yekem (1)a Barzanî û hêza Azadîye Kûrd a netew ,xale yekem û rûpel 17 de.

..Heta wek îro Gelê Kurd zilme ku dîtîye û di bînê, bawer nakim tu Gelê dîtir dîtibê. Zilm û zordarîye ku di dema derbas bûye ku Gelê Kûrd jê ders dernexistîye, bawer nakim tu Gel’î dîtir hebê. ..

Em texrîben heft roj li Çewlîk xebitîn û xweş pirtûk hatin firoştin..Ji Ansîqlopedîye Ana Brîtanîca heta bi romanê nivîskârê Rus û Yaşar Kemal.Dema min di wextê ku em ne di xebitîn, min pirtûk dibin çavde derbas dikirin.Yek jiwa jî Ansîqlopedìye Ana Brîtanîca bû. Tiştek ji minre bâlkêş hat.nivîskârqomite yî yek jê  (N.E.) bû  (Yazı kurulu )Ev Ansîqlopedî ji serhildane bavê netew Mistefa Barzanî bigrin heta Komarê li Cîhan hene liser wa nivîs têdene.

..Ev şexis gelek zîrek û bîre were, lê gelo liser Kurdî rewşa wî çawa ye,jibon min gelek mûhîme.

..Helbestvan Nivîskarê Ereb Muhammed Mehdî el -Cevahîrî jibon Serokê nemir Mistefa Barzanî re,meyzekin çi dibêjê. ..

..Rêzdar Serok Mûhterem Mustafa Barzanî,

Jibon we umudê qedirbilind Gelê Kurd pêk werin û têkevin jîyanê, wê xebat û şer û serhildan gelek bi Ronî didin û wê dayîye. Bi qernê sale ku pisgirêkê ketine ser hevdû. Bi wextekî dirêj û bi meşaqet dî demê xebatè de hêvîyè mîne çîye we xistin esasî yê û dayî qabûl kirin….Bi qehramanîye dagirtî û Dîrokeke dirêj û Gelekî ku xwedî hebûneke esasî we tim şerê hebûn û heqîqetê Gelê Kurd dayî.

..Şervanê Rêzdar!Fermandarê zanist!Hûn di nav Serokê bê mîne,hûn cûda û bê mînene. ….

..Pirtuk:Barzanî û hêza Azadîye Netew a Gelê Kurd.

..Nivîskâr :Mesûd Mistefa Barzanî.

.. Cild:Du (2)

. Weşanxane :Doz.

..wegervan:Vahdettîn Înce  (zirav).

..Rûpel :Qilpaxe dawî  (qaqilk).

Gotineke Nivîskâr sosyolog Mamoste Îsmaîl Beşikçî xweş heye, dibêjê, serok.Mistefa Barzanî serok û qehremanê Gel’e, mirovê serok di nav Gel deye, eve serokatî û qehremantî. .

Wext hatibû dagirtin û pirtûk xilas bû bûn. Kedkâr bi kêf û eşq bû. Ez li pêşerojê tefekûr di bûm. Min ji xwe pirsî. Ev şerê ku pêk tê û di nav benda xwedîyê Role zorê û Komarê de, her roj ciwan têne qetil kirin,gûndî gûndê xwe ber didin û di çine bajare û liser jîyane bajêr perwerde ne bûnê, wê çawa entegre bibin?Şer wê heta kengî berdewam bibê? Dema em ketin qontare çîyê dû û dûman hebû. Ketkâr berê xwe dayî min û ku tu vî kârî xweş pêk tînê û bawerim tu berdewam bikê wê jibon te gelek baş çêbibê.

..Dema wisa got ez kenîm, kedkâr ku tu çime dikenê? Min ku tiştek tûneye. ..Piştî nîvro em gihiştine Amed. Em derbasî ofîsê bûn. Kedkâr ku meçe Nisêbîn’e ”’wêran ”’Sept û lahde emê rakevin û li Amed bigerin. Min xweş zanî bû çime wisa digot…..?,?..

..Bankire xebatkarekî ku çayê amede bike. Ez rabûm Ketim nav pirtuke de, pirtuke Pablo Nerûde kete destê minde, dema ku helbesteke wî leşkerekî Rus di bînê ú di xwênê, ew helbest di nav leşker de belav dibê. Min pirtûk di ber çavde derbas kir û rûniştim, kedkâr hesabê xwe dikir û min jî pênûs girt û min helbestek nivîst. ..

…BIRÎNA MIN…

Birîna min ,mîne barane Biharê.

Xwîn di herikê dilop,dilop.

Evîne dilê min fecere.

Sibehê digirî liser min.

Tûrê liser milê min.

Min didê betilandin.

Ez mîne koçberekî.

Bê kes û perîşanim. ..

..Mîne gul’ek kesk û sor.

..Der şîn bûm li çîye.

..Çîyeyekî bê deng.

..Li milekî min barê evîn’ê.

..Li milê mine dî barê Azadî ‘yê.

..Di dilê min de hêvîye.

..Welat û stranê evîndarîyê.

..Birîna min derman nabê. ..

Hedan li min nabê.

Ez warekî bê sînor.

Dengê Gel li min qîrîne.

Rengê sitêrkâ spî dibê.

Ezman reş û tarî ye.

Carna şev dibê roj,

Wext dibê mîne Havîn’ê.

Neyar weke gûrê hare.

..Gel û zarokê min.

..Di nav benda çar sînora de.

..Dengê strane tê gûhê min.

..Birîna min xwîn di herikê.

..Mame di neqeba dîwarê,

..Evîn û Azadî yê de…….

Nivîskâr :silêman Çaqir.

Pirtûk :Gazîya min;Qîrêna min’e.

Rûpel :51.

Weşanxane :Diclem sahaf.

Kedkâr ez ji xew rakirim. Me xwe amede kir û derketin derve.ku em biçin tiştekî bi xwin. Em li navçeya ofîsê çûne pastaxanê û me taştê xwar û em suwar bûn çûne cîyê kârê kedkâr. Jibon roja yek şemê me pirtûk amede kirin û em rûniştin.

..Çend brader jî hatin û sohbet dest pê bû. Mijar şerê ku di bû. Mamoste kî ku ev çi şere û wê biçê heta bi kûder?

..Min ku eger nêzîk ne rawistê wê bar gelek giran bibê û li Bakur bi taybetî war û Gel wê gelek zerar rê bibînê. Divabê zanist û bîre wer tevde liser projeke esasî midahale bikin.Lê dem û dewran wisa dayî nîşan deng ji kesekî derneket.

..Wext bûbû êvar û em tevde rabûn derketin derve. Hinekî em gerîyan û em çûne male kedkâr.

…….KEZÎZER……

Emrê min xilas.

Tim di dilê min de ma.

Nikârim bêjim,

Ne ji wezîr re,ne ji tere.

Dilê min lê dixê, gûm gûm.

Kezî zer tu dey nakê! …

..Eger,ez çûbane cem Xwada.

..Ezî bêjim ey Xwadayê min.

..Ez tim bindest û bê war!

..Tu di bînê ey Xwada!

..Emrê min çû vaye xilas,

..Kezî zer tu deynakê.!

Wext tarî şev bê denge,

Zinar ketine xewa giran.

Sal û roj limin xayîn.

Dost û yâr tim bê dengin.

Ez di nav destê xelkê de,

Kezî zer Tu deynakê!

Dewam dike

Back to top button